Jina dengbêj û navdar: Îran Xanim
Asya Weşûkanî

Îran Xanim jineke dengbêj û navdar a ji Rojhilatê Kurduistanê ye. Navê wê yê rast Îran Mucerd e. Di karê hunermendiyê de navê Îran Xanim bi kar anîye û wer hatiye naskirin. Îran Xanim sala 1950-1951’ê li Rojhilatê Kurdistanê gundê Înkesû yê girêdayî navçeya Biradostan ji dayik dibe. Malbata wê cotkar e û bi çandiniyê debara xwe dikirin.
Îran Xanim salên xwe yê zarokatiyê û ciwaniyê li gundê xwe yê pir jê hez dikir derbas kiriye. Li cem malbateke dewlemend ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike xebitîye. Piştî bi hevjînê xwe Seyîd re zewiciye li gundê Somunawa bi cih dibe. Îranxan bi piştgiriya hevjînê xwe xebata xwe ya dengbêjiyê ya pir jê hez dikir pêş dixe.
Îranxan sala 1969’an di Radyoyên Ûrmiyê, Tehran, Eirmancşah de pêşî hefteyê nîv saetê piştre hefteyê du saetan stranên xwe yên dengbêjiyê yên bi zaravayê Kurmancî dibêje. Îranxan a êdî nav û dengê wê belav dibe, bi daxwaza hin dengbêjên mîna Hamîd Yusifî, Mistefa Elîzade, Brê (Îbrahîm Nurozî) sala 1971’ê di Radyoya Ûrmiyê beşê Kurdî de bi awayekî fermî dest bi dengbêjiyê kir.
Îranxan yekemîn dengbêja jin e ya li Rojhilatê Kurdistanê bi zaravayê Kurmancî stran gotine. Navê wê hemû sînor derbas kirine û li gelek welatan belav bûye. Ji sala 1971’ê heya 1979’an hilweşîna rejîma Şah, Îranxan di radyoyê de stranê gotine. Hinek stranên ku Îran Xanim gotine ew in: Arifo law, Bajo Emirê min, Bavê Lalo, Delal ez bi heyran, Delal lo, Delalê Malê, Dilê min loy loy, Domam û Pismam, Filîtê Quto, Hedo Rabe, Kurê Xelqêyo delal, Lê lê yemman (Domamê) Şerê Cezo û Salih Begê, Yar Gewrê. Îranxan di 31 salên xwe yên karê dengbêjiyê de zêdetirî 100 stran bi xwe çêkirine.
Hevjînê Îranxan, Seyîd dixwaze hewiyekê bîne ser ser. Ji ber vê Îranxan dest ji du zarokên xwe û hevjînê xwe diqere û gund jî terk dike. Heya demekê li cem bavê xwe disekine û piştre jî bi Dadaş Nasirî re dizewice. Li Tehranê bi cih dibe. Piştî 3 salan diçe bajarê Selmasê û li vir jî 15 sala dimîne. Ji wir jî Ûrmiyê. Li vir ew û hevjînê xwe Dadaş Nasirî dikanekê vedikin.Di van deman de ji ber rejîma nû ya Xûmeynî Îranxan karê xwe ye dengbêjiyê bi awayekî veşartî berdewam dike. Hinek kasetên xwe dişîne Tirkiyeyê û li wir dide weşandin.
Jina denbêj û navdar Îranxan Tebaxa 2001’ê jiyana xwe ji dest dide. Li gorî rapora Nexweşxaneya Ûrmiyê mirina wê xwekuştin bû. Lê li gorî kesên wê baş nas dikin ev mirin ne xwekuştin bû. Li gorî wan mesûlê vê mirinê kurê Dadaş Nasirî yê ji hevjîna wî ya berê ye. Bêguman di çîroka her jinekê de gelek êşên veşartî hene û pêdivî heye mirov lêkolînan bike. Ji ber jin bi destên mêrên qatil kastîk têne kuştin. Eger jin xwe bikujin jî teqez bi awayekî destê mêran têde heye. Mêr dibin sedema jin dawiyê li jiyana xwe bînin. Mirina Îranxan ango Îran Xanim jî wer bi guman dimîne.
Gelekî heyf û mixabin ku jiyana jinên wiha navdar bi xwe kuştinê bi dawî dibin. Ez jina dengbêj û navdar a Kurd Îran Xanim bi hurmet bi bîr tînim û dibêjim, Jinên wer ji huner û çanda Kurdî re xebitîne ji çanda Kurdî ya nûjen re mîrate û sembolên herî dewlemend û hêja ne.