Gaziyên şer li hemû qadan komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaziyên şer bi gelên herêmê re ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê herikîn qadan.

Li bajar û bajarokên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Tirkmen ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daketin qad û kolanan. Gaziyên şer jî di refên herî pêş de cihê xwe yê di meşan de girtin.

Gaziyên şer ên tevlî meşan bûn diyar kirin ku bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê komployê bi temamî pûç bikin û ji bo vê banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Di meşan de dirûşmên şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button