Têkoşîna Rêbertî bû malê tevahî mirovahiyê

Gaziyê şer Karwan Kobanê yê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir got, “Rêber Apo li Girava Îmraliyê tevî tecrîda girankirî ya 27 salan têkoşîneke pir mezin pêş xist. Ji bo çareseriya aştiyane û civaka demokratîk pêvajoyeke nû da destpêkirin. Îro jî têkoşîna xwe dike malê tevahî mirovahiyê.”
Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û Gaziyê şer Karwan Kobanê têkildarî Komploya 9’ê Cotmeha axivî.
Gaziyê şer Karwan Kobanê bal kişand ser mudaxeleyên hêzên hegemon ên li ser erdnîgariyên dewlemend û got, “Hêzên empertal timî çavên xwe berdidin erdên dewlemend. Rojhilata Navîn jî yek ji wan herêman e. Wan hêzan di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Rojhilata Navîn parçe parçe kirin. Dewletokên netewe ava kirin. Ev dewlet hemû bi xwe ve girêdan û dema xwestin jî mudaxele kirin. Li wan xakên ku mirovatî lê pêş ketibû, piştî bi hezarê salan di pêşengiya Rêber Apo Tevgereke ku hemû nirxên mirovatiyê digire nav xwe derket holê. Tevgera Aazadiyê di serî de gelê Kurd ji bo gemû gelan îlham û çavkaniya jiyaneke azad û wekhev e. Hêzên dagirker û emperyal ji bo Tevgera Apoyî zêdetir pêş nekeve û di mudaxeleya li ser Rojhilata Navîn de ji wan re nebe astengî komployeke di dîrokê de dibe ku mînakên wê nebin pêş xistin.”
Karwan anî ziman ku Rêber Apo ji bo rê li ber şerekî mezin bigire 9’ê Cotmeha 1998’an ji Rojhilata Navîn a bi salan lê têkoşîneke herî muezem pêş xist veqetiya û wiha domand, “Rêber Apo dema ji Sûriyeyê berê xwe da Ewropayê banga aştiyê û çareseriya demokratîk kir. Lê Ewropaya qaşo xwe weke parêzvanê mafên mirovan dide nîşandan ji bo Rêbertiya me li wir nemîne her cure rêbaz bi kar anî. Ango ew welatên Ewropayê yên bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Kurdistan di navbera çar dewletan de dabeş kirin, vê carê jî di şexsê Rêber Apo de dixwestin gelê Kurd ji holê rakin.”
Endamê FGBRS’ê û gaziyê şer Karwan Kobanê axaftina xwe bi hevokan bi dawî kir, “Rêber Apo tevî şert û mercên herî dijwar ên li Girava Îmraliyê û tecrîda bi salan jî ji bo rê li ber xwişk û biratiya gelan veke û jiyaneke azad a hemû gel bi awayekî aştiyane têde bijîn ava bike, têkoşîneke muezem pêş dixe. Rêbertiya me bi salan e di nav berxwedaneke mezin de ye. Bi saya şehîdên azadiyê û keda Rêber Apo weke gel hebûna me êdî ji aliyê ti kesî ve nikare were înkarkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo şoreşeke ji hemû mirovatiyê re bûye hêviya ku jiyaneke li derveyî sîstema kapîtalîst heye. Weke gelên herêmê divê em xwedî li destketiyên xwe derkevin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe xurttir bikin.”