Bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê komplo bi temamî têk biçe
Lava Eyo

9’ê Cotmeha 1998’an de weke roja destpêkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Ev komplo jî weke berdewama komploya sala 1925’an a li dijî Şêx Seîd e.
Komploya 9’ê Cotmehê bêguman planeke ku tenê dewleta Tirk pêş xistiye nîne. Hêzên navneteweyî yên dixwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, ev komplo bi dewleta Tirk re organîze kirin.
Hedefa komplogeran ew bû ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tine bikin û rê li ber şerekî dijwar ê di navbera gelê Kurd û gelê Tirk de vekin. Bi vî rengî jî dixwestin planên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bi rehetî bimeşînin.
Weke tê zanîn piştî 9’ê Cotmeha 1998’an derketina Rêbertî ya ji Rojhilata Navîn, 25’ê Sibatê bi rengekî nemerd Rêber Apo radestî dewleta Tirk hat kirin.
Rêber Apo, bi rêbazekî çêkêr û felsefîk komploya navneteweyî pûç kir. Ji bo çareseriya pirsgirêkên neteweyî û civakî têkoşîneke bêhempa da. Hîn jî bi wê tampoya bilind têkoşîn dike.
Rêber Apo pir kûr li ser hêzên desthilatdar ên destê wan di nav komployê de lêhûrbûn kir. Gelê Kurd û dostên wan li hember xetereyên komployê hişyar kir.
Bi parêznameyên nivîsand rê li ber qonaxeke ronahîbûnê vekir. Gelê Kurd û gerîlayên azadiyê bi dilsoziyeke mezin xwedî li Rêber Apo derketin. Vê girêdan û dilsoziyê tirs û xofeke mezin kir dilê komploger û dagirkeran.
Îro li Rojhilata Navîn û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên herêmê li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin dikin. Ev şoreşa li Rojava pêş ket ji bo hemû gelên cîhanê û jinan bûye çavkaniya herî pîroz a ji bo jiyana azad û wekhev.
Di roja me ya îro de ya dikeve ser milên tevahî jinan û gelan ew e em fikir û ramanên Rêbertiya xwe bigihînin hemû mirovatiyê. Ji bo komploya navneteweyî ya bêbext bi temamî têk biçe divê em ji her demê zêdetir ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo berxwedan û têkoşînê xurt bikin. Pêşengên wê jî helbet divê jin û ciwanên dilsozên Rêbertî bin.
Li ser vî esasî ez komploya 9’ê Cotmehê bi tundî şermezar dikim. Di vê pêvajoya Rêbertiya me bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk daye destpêkirin, pêwîst e ji her demê zêdetir em biherikin qadan, komployê û komplogeran bi tundî şermezar bikin. Em ê ti carî jiyaneke bê Rêbertî qebûl nekin. Çareseriyeke mayînde jî tenê bi azadiya fizîkî ya Rêbertiya me dikare pêk were û pêş bikeve.