Gelê Rojava û gaziyên şer şehîd Argeş Serhed oxir kirin

Cangoriyê ragihandina azad Argeş Serhed ê sala 2019’an li Metînayê birîndar bûbû û piştî tedawiya 6 salan li Rojava 10’ê Tebaxê şehîd bûbû, li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî ji aliyê gel û gaziyên şer ve hate oxirkirin.
Gel, gaziyên şer, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, kedkarên ragihandina azad, saziyên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, tevlî merasîmê bûn. Tabûta cenazeyê şehîd Argeş bi kesk, sor û zer, gulan hat xemilandin. Ji ber keda wî ya di ragihandina azad de kamerayek li ser tabûta wî hat danîn.
Dayikên Qamişlo dirûşmên “Şehîd namirin”, “Sond dixwin bi xwîna we ey şehîdên bê mirin”, berz kirin.
Gaziyên şer û xebatkarên ragihandinê tabûta şehîd li ser milan derbasî Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kirin. Bi sedan gel, gaziyên şer û xebatkarên ragihandinê li goristanê, karwanê cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” û sembola serketinê pêşwazî kirin.
Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo merasîm bi rê ve bir. Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.
Di merasîmê de destpêkê endamê Saziya Malbatên Şehîdan û bavê şehîd Yilmaz, Şêro Şero axivî. Şero di kesayeta şehîd Argeş de tevahî şehîdên azadiyê bîr anî û got, “Heta gelê Kurd xwediyê van şervanan û şehîdan be wê bi bin nekeve û li hemberî şerê taybet ser bikeve.”
Piştre endamê Rêveberiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Laleş Êzîdî axivî.
Laleş Êzîdî di kesayeta şehîd Argeş Serhed de tevahî şehîd bi minetdarî bi bîr anî û got: “Heval Argeş hevalek girêdayî Rêber Apo ma. Soz da şehîdan û li ser wê meşiya.”
Şêwirmendê Yekîtiya Ragihandina Azad Bunyad Cizîrî jî ji malbata şehîd re sersaxî xwest û got: “Heval Argeş zanîngeheke baş xwendibû, dikarî jiyaneke asayî bijî. Lê ji bo gelê xwe, Rêberê xwe bi awayekî asayî nejiya.”
Bunyad Cizîrî behsa ked û têkoşîna şehîd Argeş kir û got: “Em ê jî weke Yekîtiya Ragihandina Azad, nehêlin pênûsa wî li erdê bimîne û em ê xebata wî bidomînin.”
Endamê Kongra Îslama Demokratîk Umar El Qadirî jî şehîd bîr anî û got: “Em ê li ser soza xwe bin, em ê xwedî li axa xwe derkevin û li ser rêya heqiyê bin”.
Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û li ser navê malbatê hevalên wî xebatkarên ragihandinê wesîqeya şehîd girtin.
Dûre girseyê cenazeyê şehîd Argeş Serhed spart axê.