Rêbertî em kirin xwedî felsefe û bîrdozî
Arjîn Kobanê

Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe yên kûr, bi hest û dilê xwe yên weke deryayan fireh bi salan e ji bo jin û civakê têkoşîn dike. Her tim ji bo wekhevî û azadiyê di nav hewldanan de ye. Rêbertiya me hîn jî bi heman kelecan û coşê têkoşîn dike û îro her kesî dawetî xebata komî dike.
Di serî de weke jin û tevahî civak em deyndarên Rêberê xwe ne. Divê em deynê xwe bidin. Tenê bi awayê em rol û mîsyona Rêbertî ji me dixwaze û erka pêwîst pêk bînin, em ê karibin deynê xwe bidin û bibin layiqî şehîdan.
Rêber Apo ji bo me fikir û ramanên azad ava kirin. Em ji xewa giran şiyar kir. Em kirin xwedî felsefe û bîrdozî. Ev hemû ji bo em ji xwe bawer bin û bihêz têkoşîn bikin, pêk anîn.
Eger em li hemberî pergalên desthilatdar û xwedî hişmendiyên mêrperest ne xurt bin em ê nikaribin serketinê bi dest bixin. Naxwe beriya her tiştî teqez divê em xwe bi fikir û felsefeya Rêberê mezin û pêşengê mirovahiyê Rêber Apo gurçûpêç bikin û bibin xwedî biryarên dîrokî.
Dema min li nameya Rêber Apo ji Akademiya Jineolojiyê re şandiye guhdarî kir, weke jineke gaziya şer min xwe bi xwe re got ku Rêber Apo ji me jinan zêdetir bi me dihizire. Rêbertiya me civaka dîrokî pir baş tehlîl dike. Destnîşan dike ku eger jin azad nebe, civak azad nabe.
Rêbertiya me 27’ê Sibatê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî re pêvajoyeke nû da destpêkirin. Bi banga bi dîmen a 9’ê Tîrmehê bi raya giştî re hat parvekirin, pêvajo ket qonaxa duyem. Gerîlayên azadiyê jî 9’ê Tîrmehê bi gaveke dîroka ya şewitandina çekan re destnîşan kirin ku ew bi Rêbertiya xwe re ne.
Bêguman divê teqez di serî de jin, tevahî civak di vê pêvajoyê de helwesta xwe ya ji bo pêvajoyê raber bikin. Ji bo pêvajo bi serketinê bi encam bibe bi rola xwe rabin. Xwedîderketina gelê Kurd û dostên wan a li pêvajoyê cihê teqdîrê ye. Lê weke tê dîtin di aliyê civaka Tirk de bêdengiyek heye. Mimkun e sedema vê tirsa ji pergalê be.
Teqez divê her kes bizane ku pêşeroja gelê Kurd û gelê Tirk wê bi destê Rêber Apo were xêzkirin. Heke çareseriya aştî û civaka demokratîk çêbibe jî wê bi saya Rêber Apo pêkan be.
Gelek fîlozof, zanyar û rewşenbîr derketin, fikrên dewlemend pêş xistin, lê mixabin nikarîn pirsgirêka jin û civakê çareser bikin. Rêber Apo bi berxwedan û têkoşînek bêhempa ev mijar tehlîl kir, şîfre şikand û çareser kir. Îro bi hezaran jinên çalakvan daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin. Bi sedan jin li serê çiyayan têkoşîn dikin. Gerîlayên azadiyê di pêşengiya rêveber û fermandar Besê Hozat de çekên xwe şewitandin û diyar kirin ku ji bo çareseriya bi rêyên aştiyane û demokratîk amade ne.
Ez wan jin û mêrên wêrek û qehreman silav dikim û dibêjim, “Bijî ji we re. Rêberê min te me kir xwedî vîn û bawerî. Rêberê min em sozdarên te ne. Em ê heya serketinê têkoşîna xwe berdewam bikin. Rêberê min ez jî dixwazim werim cem te û bi te re hevdîtinê bikim. Hatina cem te ji bo min şeref e. Rêberê min ez ji vir heya Girava Îmraliyê silavên xwe ji te re dişînim. Rêberê min ez şagirt û şervana te me û ez amade me canê xwe jî ji bo te bidim.”