Divê em fikir û felsefeya Rêbertî di nav gelan de pêş bixin

Barîn Sorxwîn

Ez niha dihizirim û pirs dikim gelo em ê qala kîjan êrîş û fermanan bikin û wan çawa bigirin dest. Ji ber di dîrokê de li hember gelê Kurd gelek ferman û komkujî hatine kirin. Wer li civaka Kurd hatiye ku dema qala Kurdan tê kirin komkujî tên bîra mirovan.

Bêguman di pêvajoyên êrîş li ser gelê Kurd hatine kirin, hinek kesên xayîn jî derketine holê û piştgiriya hêzên dagirker kirine. Ew xayînên xwefiroş bi qasî tê zanîn ji Enkîdoyê di Destana Gilgamêş de navê wî derbas dibe heya roja me ya îro jî hebûn û hene.

Rêber Apo ji kêliya ku dest bi têkoşîna azadiyê kir, li hember xiyanetê bû xwedî helwesteke herî ciddî û radîkal. Bi berxwedaneke pir dijwar li hember xiyanetê, welatparêzî serwer kir. Hebûna gelê Kurd îspat kir û êdî ti hêz nikare vê rastiyê înkar bike û tine bihesibîne.

Rêber Apo bi têkoşîna pêş xist ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî gelan hêviya rizgariya ji bindestiyê ava kir. Bi fikir û felsefeya danî holê nîşan da ku li hember modernîteya kapîtalîst a mîna cinawirekî herî hov e, mirov dikare pergaleke li ser esasê azadî û wekheviya hemû gelan ava bike.

Di roja me ya îro de gelek fîlozof, zanyar, akademîsyen, entelektuel û hwd. kesayetên hewl didin ji bo mirovatiyê tiştên baş bikin, fikir û ramanên Rêber Apo ji xwe re dikin rehber. Ew kesayet Rêber Apo weke pêşengê demê yê civakan bi nav dikin.  Ev ji bo me hemûyan cihê serbilindî û şanaziyê ye.

Hewce ye weke jin û gelên herêmê em xwe di bîrdozî û felsefeya Rêber Apo de pêş bixin. Ev derfet îro ji her demê zêdetir çêbûne. Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bi qasî em ji her alî ve xwe serwext bikin, dewlemend e.

Dem ev dem e ku em fikir û felsefeya Rêber Apo di nav hemû gelan û baweriya de pêş bixin. Li ser esasî hişmendiyên desthilatdar û mêrperest bi dawî bikin. Pêwîst e hemû jin û civak zanibin ku Rêber Apo erka pêşengtiyê daye jin û civakê.

Lewma ji bo careke din gelê Kurd û ti gelên din rastî êrîş, sirgûn û komkujiyan neyên divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Li ser bingehê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan em ji bo parastina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî erkên xwe bînin cih.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button