Dembaş Rêberê Min

Reyhan Ehmed

Rêberê min nameya te ji me zarokan re şand û weke helbesteke tijî hestên dewlemend dema  di ekranên televîzyonê de hate xwendin ez pir bandor kirim. Ez weke perperîkekê bi xwe re birim nav deryaya Îmraliyê û hatim ber deriyê odeya te. Min xwest bêm pêşberî te û bibêjim, “Rêberê min tu tevî temenê xwe yê mezin û êşa xwe ya 26 salan careke din li ser me û pêşeroja me dihizire. Tu ji bo me zarokan aştiyê û civakeke demokratîk ava dikî.”

Rêberê min dayik û bavê min ji me re qala te dikin û dibêjin, “Cara yekem e ji gelê Kurd re Rêberekî weke Rêber Apo derketiye ser dika dîrokê û têkoşîneke bêhempa pêş dixe. Em bawer in wê me ji zilma hezar salan rizgar bike û rêya me rohnî bike.”

Rêberê min tu ji bo me tav û roj e. Dema me helbesta te şandibû guhdar dikir, me xwe wiha his dikir ku em li gel te ne û tu jî ji me re qala, zarokatiya xwe dike. Rêberê min em weke malbat niha li bajarê Tebqayê ne. Em ji ber êrîşên çeteyan ji Şehbayê derketin. Em niha di çadiran de dijîn.

Rêberê min xwezî tu hatiba, bila çadira me jî neba. Em dixwazin tu werî û em li dora te rûnin. Tu me perwerde bikî da ku em civaka xwe pêş bixin. Rêberê min te ji bo me Kurdên Rojava gelek têkoşîn kir. Tu hê jî wê têkoşînê berdewam dikî. Em deyndarên te ne. Em weke gel fedaiyê te ne.

Em bi hêvî ne tê werî cem me û em ê pêkve biçin Efrînê. Rêberê min em ê azadiya te ya fizîkî teqez pêk bînin. Me pir bêriya te kiriye Rêberê min. Silavên hemû zarokên Tebqayê jî ji te hene. Niha bi xatirê te û dembaş Rêberê min.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button