Nameya Evîn Bêkes Efrîn a ji Rêbertiyê re

Rêberê min ez bêrîkirin, hezkirin, silav û hurmeta xwe ji warê şoreşê Rojava heya Girava Îmraliyê ji We re ji Roja me ya geş re bi kelecana azadiyê dişînim.  Ji dil û can ez We û hemû hevalên hêja yên li cem We hembêz dikim û dibêjim: “Rêberê min ez We pir meraq dikim. Xwesteka min ew e ez tenê carekê be jî We bibînim.”

Rêberê min xwezî min We bidîta. Ji deryaya fikir û ramanên We, hişê xwe rohnî kiriba da ku weke jineke ciwan xwe bigihînim asta bilind a azadiya fikir û ramanan. Rêberê min mane We gotiye, “Azadî ji zarokatî  dest pê dike.” Ez jî hewl didim ji ciwanî de dest bi lêgerîna azadiyê bikim û teqez, divê hemû ciwan û zarokên Kurdistanê bibin lêgerên heqîqet û azadiyê.

Weke her jineke ciwan hewl didim xwe nas bikim, di rêya wekhevî û azadiyê de têkoşîn bikim. Lê ez pir baş dizanim ku ji bo mirov bigihêje azadiyê pêwîst e gelek zor û zehmetiyan bide ber çavan û bibe weke bayekî ji bayê azadiya We. Dema We ji Akademiya Jineolojiyê re nameyek û ew kulîlka bedew a ji nava Girava Îmraliyê şand em pir kêfxweş bûn. Ew ji bo me jinên azadîxwaz bûn peyam û banga têkoşînê. Navê min Evîn Bêkes Efrîn e û ez ji bajarê Efrînê me. Ez ji dil û can beşdarî nava Tevgera ku We ava kiriye bûme. Ez  dixebitim ku li ser esasê fikir û bîrdoziya We bibim şoreşgereke heqîqî û çalakvan.

Rêberê min ez wiha dihizirim bi xwebûnê kesayeta xwe zana bikim da ku bibim hevaleke We ya rast û têrker.  Soz didim xwe bigihînim asta herî bilind a zanebûn û baweriyê. Çavên min li rêya vegera We ye. Hêviya min a têkildarî dîtina We pir mezine.

Rêberê min dema We bibînim,  ez ê qala xwe û zehmetiyên bi wan re rûbirû têm bikim. Ez ê xwe di felsefa We de kûr bikim da ku pêşengtiyê ji jinan û civakê re bikim. Dema Hûn werin welat, wê xelkê Efrînê, gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz ên dilsozên We ne wê pir kêfxweş û dilşad bin.

Rêberê min gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li benda hatina We ne. Bi silav, hezkirin û hurmeteke bêdawî bi xatirê We.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button