‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû rizgariya ji zilm û bindestiyê’

Gaziyên şer ên ji pêkhateya Ereb, têkildarî salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê axivîn, diyar kirin ku bi bi şoreşê hemû gel û bawerî di nav hev de bi xwişk û biratî dijîn û gotin, “Ev şoreş ji bo gelan bû pêngaveke dîrokî ya rizgariya ji zilm û bindestiyê.”

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Rojava pêk hat û îro weke şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê pênasekirin di 13 saliya xwe de ye. Ev şoreşa li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo hat avakirin û pêşxistin, bû şoreşa gelên Kurd, Ereb, Asurî-Suryanî, Ermenî û tevahî baweriyan.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê di nav wan 13 salan de ji hêla dewletên dagirker, komên girêdayî wan û çeteyên DAÎŞ’ê rastî gelek êrîşên dijwar hat. Lê şervanên azadiyê yên ji pêkhateyên herêmê pêk tên li hember wan êrîşan bi lehengî li ber xwe dan. Ji bo avakirin, parastin û pêşxistina şoreşa 19’ê Tîrmehê bi hezaran şervanên jin û mêr şehîd û birîndar bûn.

Endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyên şer ên ji pêkhateya Ereb têkildarî wate û girîngiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê nêrînên xwe anîn ziman.

‘Her kes bû xwedî heman mafê jiyana pêkve’

Gaziyê şer Zûhêr Merwan Hisên ê di destpêka axaftina xwe 13. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo, şervanên di çeperan de, gaziyên şer û gelan pîroz kir got, “Ev şoreş bû sedema gel bi rengekî wekhev, azad û li ser esasê nasnameya xwe bijîn. Herêm li hember êrîşan hat parastin. Me destketiyên bi xwîna şehîdan ava bûne, parast. Her kes bû xwedî heman mafê pêkvejiyanê.”

Zûhêr di dewama axaftina xwe îşaret bi fikir û bîrdoziya Rêber Apo kir û wiha axivî, “Em vê rojê bi taybet li Rêber Apo pîroz dikin. Rêbertî xwedî fikir û felsefeyeke ku azadiya gel û jinan esas digire. Fikrên Rêber Apo ji bo gelên bindest, rêyên diçin azadiyê vedikin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû gel pêkve dijîn. Ev ji bo herêma me pir girîng e û ji hemû mirovatiyê re dibe mînak.”

Gaziyê şer Zûhêr Merwan bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Em soz didin em ê heya dawiyê li ser şopa şehîdan bin. Ew ti carî namirin. Em ê wan di  têkoşîn û dilê xwe de  bidin jiyandin.”

‘Em soza parastina destketiyên şoreşê dubare dikin’

Gaziyê şer Hisên Tirkî Xeyrî jî destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelan bû pêngaveke dîrokî ya rizgariya ji zilm û bindestiyê û ev xisûs anî ziman, “Gelên herêmê bi avakirina pergala xwe ya xweparastin û xwerêveberinê re, karîbûn li hember hêzên dagirkêr û talanker têkoşîn bikin, li ber xwe bidin. Her wiha li ser vî esasî bi gel û hêzên xwe re herêmên xwe parastin û diparêzin. Bi avakirina şoreşê re û piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ’ê hemû pêkhate di nav hev de û bi şeklekî wekhev û azad dijîn. Bi pêşxistina pergala neteweya demokratîk, meclîs û komînan gelên herêmê xwe bi awayekî azad bi rê ve dibin.”

Hisên bal kişand ku li hember şoreşa 19’ê Tîrmehê hê jî gef û êrîş pêk tên û wiha got, “Em ê ti carî ji mafên xwe neyên xwarê. Em vê roja girîng di serî de li Rêberê neteweyî Rêber Apo, hemû şehîdan, gaziyên şer û gelên me pîroz dikin. Em soza parastina destketiyên şoreşê dubare dikin.”

 ‘Bi şoreşê re hêviyên gel vejiyan’

Gaziyê şer Fîraz Xelef El Faris diyar kir ku li Sûriyeyê rejîma Baas bi salan li ser gel û baweriyan zilm û zexteke mezin meşand, bi hezaran mirov di zindanan de hatin rizandin û got, “Bi taybet jî maf û heqê gelê Kurd dihat binpêkirin û qedexekirin. Li gel wan hemûyan di aliyê aborî de rewşeke pir xerab hebû. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelek komên qaşo li dijî rejîmê bûn derketin holê. Lê tiştekî bidin gel nebûn. Ya rastî ew ne li dijî rejîmê, li hember gel bûn. Li deverên di bin kontrola wan komên çete de gelek komkujî pêk hatin.”

Di dewama axaftina xwe de Fîraz anî ziman ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hemû gel û bawerî di nav hev de, bi xwişk û biratî dijîn û wiha domand, “Keç û xortên herêmê bi yekîneyên ava kirine, gelên xwe û axa xwe diparêzin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re hêviyên gel û baweriyên herêmê ji nû ve vejiyan. Şoreşê di her milî de baweriyeke mezin da mirovan. Pergala rêveberiya xweser û neteweya demokratîk, bi ked û felsefeya Rêber Apo derket holê. Ev pergal ji bo hemû neteweyan rêya herî rast a ji bo çareseriyê ye.”

Gaziyê şer Fîraz Xelef El Faris axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em weke hevalên gaziyên şer salvegera Şoreşa 19’ê, di serî de li Rêber Apo, malbatên şehîdan û hemû gelên me pîroz dikin. Em bi wesîleya vê rojê soza bilindkirina têkoşînê didin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button