Gaziyê şer şehîd Cîger bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin

Şêniyên Kantona Firatê gaziyê şer û şervanê QSD’ê Cîger Başkale bi merasîmeke bi heybet oxir kirin. Bi dehan gaziyên şer ên herêma Firatê bi alên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di merasîma hevrêyê xwe Ceger de amade bûn.

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser bi merasîmeke bi heybet şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û gaziyê şer Cîger Başkale (Ferhat Parlak) li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê oxir kirin. Hevrê Cîger 15’ê Tîrmehê li Ebû Sira şehîd bibû.

Merasîma bi heybet a gelek  gaziyên şer ên herêma Firatê bi alên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Hevseroka Şaxa Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl sersaxî ji malbat û hevalên şehîd Cîger re xwest.

Bêrîvan îsmaîl diyar kir ku şehîd Cîger bi lehengî û serfirazî li hember dagirkeriya dewleta Tirk têkoşiya, berxwedaneke bêhempa da meşandin û got: “Şehîd Cîger li tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bêteredut di nav têkoşînê de bû. Şehîd Cîger li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê li hember dijmin berxwedaneke mezin pêş xist.”

Endamê Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Kantona Firatê Dijwar Heleb jî wiha axivî: “Bila serê gelê Kurd û hevalên şehîd Cîger sax be. Şoreşa Rojava li tevahî cîhanê deng veda. Hevalên weke şehîd Cîger di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de amade bûn. Şehîd Cîger di nava şoreşê de, her tim têkoşîn dikir da ku gelê Kurd bi çand û zimanê xwe bijî. Şehîd Cîger tevî hevalekî gazî bû, li her cihî kolan bi kolan û bi bajar bi bajar di nav têkoşînê de bû.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Cîger hate xwendin.

Cenazeyê şehîd Cîger bi tilîliyan û dirûşma “Şehîd namirin” hate veşartin.

Hevrê Cîger ê tevî berxwedana Kobanê û Girê Spî, di gelek hemleyan de bi fedakarî û cesareteke mezin cihê xwe girt. Dilsozê Rêber Apo, Hevrê Cîger cara yekemîn sala 2012’yan ji serê xwe birîndar bibû. 2015’an jî çavekî xwe di şer de winda kiribû. Gaziyê şer Cîger tevî birîndariyên xwe jî heya kêliya şehadeta xwe di nava refên QSD’ê de têkoşîna xwe dewam kir.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button