Civaka komunal a demokratîk çareseriya pirsgirêkan e

Sorxwîn Koçer

Weke hatiye nasîn di dîrokê de qebîleyên proto-Kurd ên navdar navên xwe wiha bûne: Hurî, Gutî, Ûrartû, Mîtanî û herî dawiyê jî weke Medî hatine nasîn. Ji van qebîleyan tevan re gotine qewmên Arî ên li quntarên çiyayên Toros û Zagrosan jiyane û hêza herî bingehîn a şaristiyaniyê bûn. Gelê Kurd weke gelê çiyayî hatiye naskirin û bi sedsalan hebûna xwe di wan çiyayan de parastine. Ew çiya ji wan re bûne weke kelehan. Ji ber welatê Kurd ê dewlemend û serberz, her rûbirûyê talan û komkujiyan hatiye. Ji ber vê her xwe di çiyayan de parastine. Girêdana civaka Kurd a bi çiyayan ve weke goşt û neynûkê ye.

Şoreşa neolîtîkê li erdnîgariya Kurdistanê dest pê kiriye. Jêre gotine, “Gundvana.” Li wir cotkarî bi destê jina pêşeng û xwedawend hatiye destpêkirin. Ji wê demê ve civakê dest bi şaristaniyê kiriye û hatiye vê rojê. Di vê xisûsê de rola gelê Kurd ê Arî sereke ye. Destpêkê weke klan û piştre jî weke qebîle xwe bi rêxistin kiriye. Bi vê yekê civakbûna xwe çêkiriye.  Bi demê re roleke wan a sereke weke neteweya Arî derdikeve holê. Li Rojhilata Navîn dibe xwedî rol û mîsyon. Bi dîtina genim -weke zad-xurek- û kedîkirina sewalan re civak hîn zêdetir pêş ketiye. Lê bi berhema zêde re temahî çêdibe û kesên weke aborînas li gorî wê demê dest datînin ser berhema zêde. Hêdî hêdî desthilatdarî dertê holê.

Qebîleyên Arî ji bo klan û qebîleyên xwe biparêzin li dijî şaristaniyên Sumer, Babîl û Akad serî hildane. Bi sedsalan çanda xwe ya resen parastine. Her çiqasî hêzên desthilatdar xwestine Kurdan ji nasnameya wan a Kurdewariyê dûr bixin jî her tim asta biryardarî û berxwedaniyê pêş ketiye. Bi taybetî jî sala 1925’an xwestine bi qirkirina fizîkî û çandî gelê Kurd ji holê rakin. Jixwe di dema Komara Tirkiyeyê de her tim bi dek û dolaban serhildanên Kurdan tesfiye kirine û xwestine bi qirkirina çandî Kurdan di nava xwe de bihelînin, bê ziman, bê nasname û bê war bihêlin. Bi rastî parçekirina xaka Kurdistanê ya çar beşan bandora xwe li ser parçebûna neteweyî jî kiriye. Gelê Kurd her belav bûne û hevdu qebûl nekirine.

Dagirkerên li ser xaka dayik a Kurdistanê her xwestine rastiya gelê Kurd înkar bikin û ji nedîtî ve werin. Dema gelê Kurd ê azadîxwaz xwestiye bi xwezayî bijî li pêşberî xwe pergala dewletên dagirker dîtine. Wan pergalên xwedî zagonên hesinî, xwestine bi darê zorê Kurdan sertewandî bikin, bi demê re wan ji xwe re bikar bînin û bikin yên xwe. Desthilatdar her hewl didin wan bi rêbazên, şerê taybet teslîm bigirin, bikin yên xwe. Heya qederekê jî wê siyasetê rola xwe lîstiye.

Weke tê dîtin di nava van 50 salên dawiyê de Rêber Apo bawerî da gelê Kurd û ew kirin yek. Îro cîhan tev jî li beramberî têkoşîna gelê Kurd matmayî dimîne. Bi rastî ti kesî bawer nedikir gelê Kurd piştî 28 serhildanan careke din serê xwe li hemberî zaliman rake û bi xwe bawer bibe. Rêber Apo her kesê wiha dihizirî vala derxist û Kurd kirin yekdeng. Gelê Kurd ji Rêberê xwe yê neteweyî Rêber Apo bawer kir. Li dora Rêbertî xwe kirin xelek û gelek ciwanên jin û mêr canê xwe ji bo Rêbertiya xwe feda kirin. Ji ber bawer kirin ku ew ji tinebûnê kirine hebûn. Ew kirin xwedî partî û şoreş.

Gelê Kurd ê kevnar careke din vedigere ser rola xwe ya dîrokî û weke çawa bû stûna şaristaniya neolîtîkê îro jî wê bibe stûna şaristaniya demokratîk. Gelê Kurd ê Arî pêşengtî ji şaristaniyê re kiriye û ev li welatê di navbera du çeman de ku jêre hatiye gotin Mezopotamya pêş xistiye. Bûye çavkaniya hemû pêşveçûnan û îro jî careke din pêşengtiya mirovahiyê dikin. Kurdistanê dergûşî ji şaristaniya resen a mirovahiyê re kiriye. Lê weke em dibînin hîna jî mirovahî ji ber koledariyê dinale. Bi derketina Rêber Apo û Tevgera Azadiya Gelê Kurd, ji nû ve jîn da û bû navê jiyana bi berdêl. Bi Tevgera Azadiyê re rastiya xwe hîn zêdetir nas kir û xwe ji nû ve vejand. Şerma sedê salan ji ser xwe avêt, kirasê tirsê çirand.

Berxwedana Zindana Amedê ya di şexsê hevrê Mazlûm Dogan, Çaran, M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîran de pêş ket, dîsa têkoşîna hevrê Sara ya tif li rûyê yek ji faşîstê cûntayê kir, di dîroka Kurdistanê de deng veda. Ev berxwedan û têkoşîn bû çanda Kurdên azadîxwaz. Ev berxwedan di hişê mirovatiyê de vejiya û îlham da ku gel rabin ser piyan. Wan berxwedêrên çeleng û qehreman, bi têkoşîna xwe dîrokek nû nivîsandin û bûn kelehên berxwedanê. Gelê Kurd xwe bi pêşengên xwe nas kir û tovên jiyanê ji nû ve çand. Ev tov li ser xaka welat xwe weke bi hezaran beybûn û nêrgizan belav kir. Vê carê bi avêtina guleya yekemîn ya ji hêla, fermandar Egîd, dest pê kir pêl bi pêl gel ber bi berxwedaniyê ve herikand. Can da bedenê bêrih û ala azadiyê li lûtkeyên herî bilind ên welat li ba kir.

Gelê Kurd şoreşgerên xwe ji dil qebûl kir, bi can û malê xwe li cem wan bûn. Gelek jin û mêr hebûn ku xwedî mal û zarok bûn jî, dest ji malbatên xwe berdan û beşdarî nava şoreşê bûn. Bi pêşengiya jina leheng Binevş Agal serhildanên gel dest pê kirin.  Bi coş û kelecan gel xwe bi rêxistin kir û artêşa Kurdistanê berfireh bû. Bi bilindkirina agirê Newrozê silav dan Zekiye û Rehşanan. Li dora Newrozê dîlana azadiyê gerandin. Gelê Kurd bi her awayî şoreşa xwe ya pîroz a bi berdêlan her diçe mezin dibe hembêz kir. Di asta herî jor de xwedî li nirxên herî giranbiha ya vê şoreşê derketin. Ji bo Rêberê xwe, şehîdan û gelê xwe gerîla şerekî bêhempa da.

Gelê Kurd, bi stratejiya şerê gelê şoreşgerî û hêza xwe ya cewherî, xwe di her hêlê de pêş xist. Niha jî ev gelê berxwedêr, li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo pêş dikeve dixwaze civakeke exlaqî û polîtîk çêbike da ku bi awayekî adilane xwe bi rê ve bibe û xweseriya xwe biparêze. Ev civaka bi sedsalan hatiye perçiqandin û ji nasnameya xwe dûr ketiye dixwaze bi guhertina zîhnî û civakî bersivê bide hêzên Kurdistan dagir kirine. Bi şoreşa xwe ya hemdemî ji cîhanê re da îspatkirin ku gelê Kurd xwedî hêz e, xwe bi hêza xwe ya cewherî diparêze û niha jî ji gelên cîhanê bûye mînak. Şoreşa neteweya demokratîk a Kurdistanê, nûnertiya tevahî mirovahiyê dike.

Gelê Kurdistanê xwedî hêz û bawerî ye. Xwedî Rêber û artêş e. Îro jî xwedî paradîgma civaka demokratîk e û ji xwe bawer e. Ji ber wê ye ku gelê Kurd ji her kesî re dibe hêviya azadî û aştiyê. Bi taybetî jî di berxwedaniya xwe de her pêşeng e. Îro hemû cîhan gelê Kurd nas dike û wan qebûl dike. Ev bûye 52 sal ku Rêber Apo têkoşîna xwe dest pê kiriye û ber bi serkeftinê ve diçe. Gelê Kurd ê resen bi her awayî bi nasname, çand, ol û baweriya xwe dijî û rastiya xwe daye qebûlkirin. Li ser esasê jiyana komûn a xeleka esasî ya civakbûnê ye dest bi rêxistinbûnê kiriye.

Bi vê sekna wêrek dijmin ji gel tirsiya û vîna gel derket holê. Îro gelê Kurd li her cihê lê ye, li ber xwe dide, li Rêberê xwe Rêber Abdullah Ocalan xwedî derdikeve. Ew gelê bûye stûna şoreşê îro pêşengê civakê ye. Gelê Arî yê resen li ser koka xwe hêşîn dibe. Bi hişmendiya civaka demokratîk, ekolojîk û li ser esasê azadiya jinê bi awayekî azad û adilane wê xwe bi rê ve bibe. Heya dawiyê Kurd ji vê modelê re vekirîne û wê bi vê modelê herêma Rojhilata Navîn ji qeyranê derxe. Wê li ser van xakan tovên demokratîkbûn û komunalbûnê ji nû ve bipişkivin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button