Komkujiya Hewlêrê di dîroka mirovahiyê de rûpeleke reş e

Qehreman Têkoşer

Beriya 28 salan 16’ê Gulana 1997’an di nava dilê bajarê Hewlêrê de gerîlayên birîndar, rojnamevan û hunermend jî di nav de 83 şoreşger û welatparêzên bêçêk bi fermana PDK’ê hatin qetilkirin.

Di dawiya bihara 1997’an de agahî belav dibûn ku wê dewleta Tirk a dagirker êrîşî Başûrê Kurdistanê bike. Bi biharê re jixwe di çapemeniya Tirk de şerê propagandaya reş a li dijî PKK’ê dest pê kiribû. Ajansên şerê taybet ji bo serdestiya psîkolojîk bi dest bixin, hatin aktîfkirin û çalakiyên propagandayê roj bi roj zêde bûn. Êdî şer nêzîk bûbû.

14’ê Gulana 1997’an de dewleta Tirk a dagirker êrîşeke berfireh dagirkeriyê li hember Başûrê Kurdistanê, qadên gerîlayên azadiyê da destpêkirin. PDK jî bi awayekî rasterast li gel artêşa Tirk tevlî êrîşê bû. Di vê êrîşê de zêdetirî 200 hezar leşkerên Tirk û bi hezaran çekdarên PDK’ê beşdarî şer bûn.

16’ê Gulana 1997’an hêzên PDK’ê û MÎT’a Tirk bi awayekî hemwext êrîşî Navenda Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) Navenda Rewşenbîriyê ya Mezopotamya, Navenda Yekîtiya Azad a Jinên Kurdistanê, nexweşxaneya gerîlayên birîndar lê diman, Heyva Sor a Kurd, Rojnameya Welat û Rojnameya Wetan Şems kirin. Li gorî belgeyan gerîlayên birîndar, rojnamevan, siyasetmedar û hunermend jî di nav de 83 mirovên bêçêk hatin qetilkirin û windakirin.

Gelek gerîlayên birîndar ên bi tena serê xwe nedikarîn pêdiviyên xwe yên şexsî dabîn bikin, li nava nivînên xwe yên nexweşxaneyê hatin qetilkirin.

20 kesên di komkujiya li Hewlêrê de hatin qetilkirin û windakirin jî rojnamevan bûn. Ew rojnamevan di Rojnameya Roj, Welatê Roj de dixebitîn û heta niha jî çarenûsa wan nehatiye eşkerekirin.

Komkujiya Hewlerê ya bi awayekî nemerd û bi xayîntî hat kirin, wê ti carî di bîr û hişê civakê de dernekeve. Ev komkujiya bi bêbextî hat kirin di dîroka mirovahiyê de rûpeleke reş e.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button