LÊNÛS Û PÊNÛS DENGÊ DILÊ MIROV E
Gaziya Şer Cûdî Cizîr

Dema min lênûs û pênûs girtin destê xwe, di dilê min de raman pêş ketin. Bi jiyanê me carekê din bi pênûsa xwe dest pê kir. Nizanim hevrêyên min ên hêja, ger lênûs û hibra pênûsa xwe xilas bikim jî, ji bo nivîs nivîsandina min têrê nake. Ji lewra pênûsa min dengê hizrê ye. Li ser rûpelê digere û xewnan dike peyv. Ji ber ku kengî radihêjim pênûsê xwe di nava aramiyê de his dikim. Gelo ez bi hevokek çawa dest pê bikim. Pênûs ji cihê xwe diherike. Di nav tenetiyê de pênûsa mirov dibe dengê dil, lênûs jî guhê ku guh dide dengê mirov. Lê na, ev negengaz e, ma ne wisa ye hevrêyên min ên hêja? Ji bo wê dema min pênûs girt destê xwe dilê min mîna baranê rijiya ser rêzikan. Şagirtim fêr dibim, pênûs di destê min de ye. Lênûs û pênûs du hevalên herî nêzîk ên mirov in ku bi sedsalan e çîroka jiyana mirov tomar dike. Min her tim ji lênûs û pênûsan hez kiriye û her her tim li gel xwe radikim. Ger ew li gel min nebin wisa hîs dikim qey tiştek ji min kêm e. Lênûs wateya pênûsê ye. Mirov bi lênûs û pênûsa xwe ramana xwe diyar dike. Ramanên mirov cîhaneke bê dawî û kûr in ku tevahiya jiyan, biryar çalakiya mirov diafirîne.
Tilİyên me ji bo her tiştî lazim in. Em amade ne ku ji bo vê welatê canê xwe feda bikin. Em ê vê têkoşînê bi aqilê xwe, bi dilê xwe û bi ruhê xwe bidomînin. Em bi pênûsa dîrokê dinivîsin. Biryarên girîng û zehmet digirin. Ti hêz nikare pêşiya pênûsa me bigire.
Em şoreşgerên Apoyî bi pênûsa xwe vedibêjin û hêz didin mirovan. Bi feraseta Rêber Apo hemû cîhan bû pênûsa bi reng ya zanista jiyan, berxwedan û azadiyê. Dixwazim bi girêdana xwe re pênûsê di nav peyvan re derbas bikim. Vegotina herî baş mirov bi xwe li ser xwe vebêje. Lênûs û pênûs weke ruh û laşe me ye. Her dilopek hibrê dibe dengek ku di bêdengiyê de qîr dike. Lênûs rûpelên xwe yên spî û pak pêşkeşî pênûsê dike bê tirs û fikar çi dilê mirov de hebe dineqişîne. Germahiya girtina pênûsekê û denge xişîna rûpelên pênûsekê cihêkî taybet di dile mirov de digire. Yanî ew sembola rasteqînî û reseniyê ne. Heya ku mirov hebe, çîroka pênûs û lênûsê dê ti carî bi dawî nebe.
Pênûs ramanên ku di hewayê de difirin digire û tîne xwarê. Ew amura daxwaz, îrade û afirandina mirov e. Her sînorê ku pênûs li ser kaxezê xêz dike, dergehekê nû di hişê mirov de vedike. Pênûs cesaret e, peyvên ku ji dilê mirov diherike dibin hestên qirîna veşartî. Naxwe em bêjin pênûs qada azadiyê ye. Rûpelên wê yên spî û bêdeng, li benda her şopa pênûsê ne. Lênûs û pênûs çîroka herî dirêj û paqij a mirov e. Gelek caran mirov nikare raman, êş, tirs an jî daxwazên xwe ji kesî re bêje. Di wan kêliyên tenêtiyê de, pênûs dibe zimanê dil û lênûs jî dibe hevala ku bêyî darizandin û rexnekirin guhdariya mirov dike. Ew fikrên mirov hildigirin, ramanên me mezin dikin. Heya ku mirov bixwaze bifikire û biafirîne, dê qîmetê pênûsekê û rûpeleke pak her hebe. Gava yekem her gav bi pênûs lênûsekê dest pê kiriye. Lênûs û pênûs amûra herî bi qîmet a mirovahiyê ye. Dengê bêdeng ê mirov e. Pênûs rê nîşan dide, tirsê dişikîne û ramanên azad digihîne pêşerojê.
Helbest, raman heta çîroka mirovan bingehê her tiştî bi hêzeke pênûsê dest pê dike. Yanî em bêjin lênûs û pênûs şahida herî mezin a şahî, xemginî, serkeftin û şoreşên mirovahiyê ye. Heta pênûs hebe rûpelên azadî û rûmetê ti carî vala namînin.




