Min Rêber Apo dît di xewna xwe de
Tolîn Dilvîn

Min xewnek dît û di xewnê de min didît ku Rêber Apo ji nav asîmanên şîn derdiket û ez gelekî pê bandor dibûm. Kelecana min digihişte lûtkeyê. Dema ez niha bîranînên xwe dibêjim, ez di hêlekê de, kêfxweş im ku min Rêber Apo di xewna xwe de dîtiye û ji hêleke din ve jî xemgîn im ku xewn e. Ez bi hêvî me xewna min pêk were, ez Rêber Apo ji nêz ve bibînim û xewna xwe jêre bêjim. Dema min di xewna xwe de Rêber Abdullah Ocalan didît kelecan û rûkeniya min gelekî zêde dibû. Ji ber ku ez gelekî bi wê xewnê bandor bûm. Min dixwest weke teyrekî baz firiyabama û min li girava Îmraliyê li ser wê dara li ber pencereya oda Rêber Apo danîba û pêre peyivîbama.
Min ji Rêber Apo re gotiba, “Were em bi hev re biçin, ware gerîlayan.” Ji Zagrosê em çûbana Behdînan û ji wir jî em çûbana Zapê. Piştre me berê xwe daba Xakurkê. Me hesreta xwe ya hezkirin û dîtina çiyayên azad pêk anîba. Dema ez di perwerdeya Dibistana Şehîd Jiyan Tolhildan de bûm, min Rêber Apo sê caran di xewna xwe de dît û min hêz jê girt. Min wiha his kir ku min Rêber Apo bi rastî dîtiye û hîn jî ew xewnên min di bîra min de ne. Ji ber ez pir kêfxweş bûm û li ser wan xewnên xwe hizirîm, min got ku Rêber Apo hêz dide min û ji min dixwaze ez kesayeta xwe li gorî hêvî û baweriya Rêber Apo pêş bixim.
Di xewna xwe ya yekemîn de min didît ku em komek heval bûn û Rêber Apo jî li me temaşe dikir. Dema me li asîmanê şîn ê diteyisî temaşe dikir, bi carekê re min didît ku di nav asîman de wêneyê Rêber Apo derdiket û bi me re dikeniya. Hevalekê digot ku Rêber Apo nêzî me bûye. Em hemû pêre dikeniyan û pir kêfxweş dibûn. Cara duyemîn jî dema em diketin dibistanê û ez rûdiniştim, hemû heval jî li derdora min bûn û ji min re digotin, “Guhdarî bike bê ka Rêber Apo çi dipeyîve.” Lê min ew nedidît. Jixwe dema min guhdarî dikir Rêber Apo li ser şerê Rojava dipeyivî û li ser rêbazê şer perspektîf didan.
Xewna min a sêyemîn jî min pir xweş e û ji bo min xwedî girîngiyeke gelekî mezin e. Ji lewra min pir jê hez kir û min pir jî dide fikirandin. Ez dimeşiyam û li pêşiya min şikeftek pir mezin hebû. Dema ez diketim hundirê wê şikeftê de, ronahiyek gelek bi hêz li rûyê min dida ku min hew dikarî ez pêşiya xwe bibînim. Ez ji ber wê hêza ronahiyê diketim erdê. Di wê navberê de dengê hevalekê hat guhê min û digot; “Rabe ser xwe Rêber Apo dipeyîve…” Ez jî deng digirim, lê nikarim rabim û wê hevala jin a gazî min dikir careke din bang dikir, her bang dikir û digot, “Rabe!” Dawiyê jî ez rabûm û min berê xwe da cihê ku dengê Rêber Apo jê dihat. Rêber Apo jî perspektîf didan hevalan û bênavber dipeyîvî.
Dema ez nêz dibûm hema bi carekê re min Rêber Apo dît û pir kelecan dibûm. Rêber Apo cilekî spî li xwe kiribû. Tenê rûyê wî xuya dikir û bi min re dikeniya. Ez diketim nav kelecanê û nikarîbûm dengê xwe bikim, bipeyîvim û bi yek carê re ji xew şiyar bûm.