‘Evîndarên gel û welatê xwe’
Arîn Koçer
Min hevalê Hogir li saziya gaziyan nas kir. Tevlîbûna, hevalê Hogir a nav kar û xebatan bala min kişand û min dît ku heval di jiyanê de gelekî bi kelecan û coş e. Jîrbûn, livûtevgera heval Hogir her tim xwe dida der. Hemû hevalan pir jê hez dikir û qîmet didanê. Hevalekî pir xwezayî û ji dil nêzî heval û hevrêyên xwe dibû.
Mijûlbûna heval Hogir a bi hevalên gazî re jî gelekî bala mirovan dikişand. Ji bo pêdiviyên hevalan bîne cih her di nav tevgerê de bû. Heya tu bibêjî fedakar û dilsoz bû. Malbatên me yên welatparêz jî pir jê hez dikirin. Serdana welatparêzan dikir, têkildarî rewşa Rêbertî, herêmê û hevalan ew agahdar dikirin. Her wiha pir girîngî dida perwerdeyê. Her rojên diyar hevalên li cem xwe kom dikir, li ser esasê parêzname û tehlîlên Rêbertî ew perwerde dikirin. Di aliyê, xwendin û nivîsandina Kurdî de jî pir jêhatî bû.
Bi rastî mirov ji hevrêtiya heval gelekî bandor dibû. Ti carî birîndarî ji xwe re nekir astengî, ji mirovên di aliyê tenduristiyê de ti pirsgirêkên wan nebûn pir zêdetir dixebitî. Ji ber wate dabû gazîbûna xwe û li ser esasê rol û wezîfeya Rêbertî dabû gaziyan di nav têkoşînê de bû. Her tim digot, “Karên ez dikim divê encam bigirin û serketî bin.”
Her dixwest biçe çiyayên azad û têkoşîna xwe li wir bidomîne. Gelekî dixwest biçe çiyayên Amedê û li wi, gerîlatiyê bike. Digot, “Ez di aliyê fizîkî û zîhnî de amade me û ji bo çûna min a çiyayan ti astengî nînin.” Dema piştî bi salan bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat, hevalê Hogir gelekî kêfxweş û bi kelecan bû. Hevalê Hogir pir ji xwe bawer bû. Gelekî bi şehadetên hevalan bandor dibû, diyar dikir ku divê çeka şehîdan li erdê nemîne û tola wan were rakirin. Heval Hogir xwe di bîrdozî û fesefeya Rêber Apo de baş pêş xistibû. Li ser vî esasî jî hevrêtiyeke herî hêja bi hevalên jin re jî dikir.
Bêguman weke her ciwanekî Amedî ji kevokan jî hez dikir. Dema bi kevokên xwe yên ew xwedî dikirin re mijûl dibû, ji wan re stran digotin. Digot “Xeyalê min ew e ez rojekê biçim Amedê û kevokên xwe li ser sûrên wê bifirînim.” Carekê ji bo azadiya Rêber Apo li cihê lê dima kevok firandibûn û me hemûyan bi heyecan û coş ew temaşe dikir.
Heval Serkêş Ûrfa jî tevî gaziyekî şer bû, qet xwe ji têkoşînê dûr nexist. Timî coş û moralekî mezin ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêhtir pêş bikeve di nav kar û xebatan de bû.
Her du hevrêyên me yên şoreşger û dilsozên azadiyê, bi hevalê xwe yê hêja Hemze Serêkaniyê re 11’ê Mijdara 2024’an li xaka Rojava ya ji bo wê gelek ked dabûn, di êrîşeke bombeyî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de tevlî karwanê şehîdan bûn.
Em ê ti carî evîndarên gel û welatê xwe gaziyên şer heval Hogir û heval Serkêş ji bîr nekin. Em soz didin wan qehreman û pêşengan ku em ê tola wan rakin, armancên ji bo wan têkoşîn kirin, bigihînin serketinê.