Koçberên Şehbayê ji hêla gaziyên şer ve hatin pêşwazîkirin
Kesên ji ber êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji Şehbayê, derketin li Tebqayê ji hêla gel û gaziyên şer ve hatin pêşwazîkirin.
Gelê sala 2018’an ji ber dagirkirina Efrînê ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li Şehbayê bi cih bibûn, ji ber êrîşên çeteyan ên ji 27’ê Cotmehê ve ber bi Tebqayê ve ketin rê. Di nav koçberan de her wiha niştecihên ji bajarokên Nubil, Zehraa, taxên Helebê jî hene.
Kesên gihiştin Tebqayê ji hêla xelkê kantonê, endamên saziyan û gaziyên şer ve bi germî hatin pêşwazîkirin û li cihên ji bo wan hatibûn amadekirin hatin bicihkirin.
Gaziyên şer û malbatên wan li gor derfetên xwe bi koçberan re eleqedar dibin û pêdiviyên wan dabîn dikin.