Şîlan xwedawenda edalet û jiyanê – beşê 1

 

Leyla Weşûkanî

 

Di ezmûnên tevahî gelên cîhanê de derketiye holê ku gelek mirovên qehreman û çeleng bi duristî û wefadarî têkoşîn kirine, bedena xwe kirine pir da ku gelê wan ji bin destan rizgar bibe. Ji bo gelê xwe bigihînin hedef û armancên pak û pîroz, di vê rêyê de heya henasa xwe ya dawiyê şer kirine û canê xwe dane. Ji nav gelê Kurd ê resen jî gelek şêrejin û mêrxas derketine holê, xwe fedaî gelê xwe kirine. Heya roja me ya îro jî ew lehengî û ruhê fedayî berdewam dike. Fedaiyên qehreman ên weke Asya Elî û Rojger Hêlîn ku bi wêrekî çalakiya xwe ya canbexşane pêk anîn û gihiştin karwanê şehîdên qehreman, hîn jî ew ruh û berxwedanî berdewam dike. Di heman demê de pêşeng û rêzana şoreşê hevrê û çeleng Şîlan Kobanê jî di salên herî dijwar, di temenekî ciwan de dibistana xwe terk dike û berê xwe dide nava şoreşê.

Hevrê Şîlan beriya beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê bibe jî bi ruhê xwe yê welatparêziyê û hestên xwe yên dewlemend dihate naskirin. Hevala Şîlan di hêla fikir û raman de xwe ew qasî kûr kiribû ku di nava heval û hogirên xwe de weke ‘rewşenbîr’ dihat naskirin. Jixwe hevrê Şîlan dema çavên xwe li jiyanê vedike, di nav malbata xwe ya xwedî hestên welatparêziyê de bi rastiya welat, şerê serxwebûn û azadiyê dihise.

Fermandar û têkoşer Şîlan di temenekî pir biçûk de haj ji şerê rizgariyê dibe û biryara xwe ya çûna çiyayan dide. Fermandar û şêrejin Şîlan biryara xwe dide û derbasî perwerdeya Akademiya Mahsûm Korkmaz. Perwerdeya xwe ya destpêkê li gel Rêber Apo dibîne. Li Akademiyê fêrî jiyana leşkerî dibe û di heman demê de dibe şagirta herî zîrek û ji xwe bawer. Hevrê Şîlan ji malbata xwe ya xwedî çanda welatparêziyê ye fêrî gelek tiştan dibe, li ser esasê hurmet û hezkirina ji Rêber Apo re mezin dibe. Şehîd Şîlan ku ciwaneke pir şêrîn û çeleng bû, Rêber Apo jî gelekî qîmet didayê. Rêbertî di kesayeta hevrê Şîlan de hêz û bawerî dîtiye û jêre gotiye, “Hûn pêşengê tevahî jinane û divê hûn têkoşîna xwe bilind bikin.”

Piştî dewreya perwerdeyê ya li Akademiyê li ser pêşniyara xwe derbasî çiyayên azad, qada Zagrosê dibe. Bişenga berbangan Şîlan roj bi roj weke xezalan li çiyayan digere û fêrî jiyanê dibe. Hevrê Şîlan bi soza dide Rêber Apo, şehîdan û gel berê xwe dide çiyayên azad. Fermandar Şîlan li çiyayan jî her xwedî pratîkek serketî bû. Herî zêde jî li herêma Zagrosê pratîk meşandiye û her di nava heval û hogirên xwe de hatiye hezkirin. Heval Şîlan di nava hevalên xwe de dibe fermandareke bi nav û deng. Bi rastî jî mirov wiha bi hesanî nikare jiyana fermandar û çeleng Şîlan bi wesf bike û vebêje. Ji ber jiyana hevrê û qehreman Şîlan tijî ezmûnên şer û gengeşeyan bû. Tenê hevalên bi xwedawend Şîlan re mane dikarin hinekî wê wesfdanê bikin, kesayet û taybetmendiyên wê vebêjin û bidin zanîn.

Jixwe her mirov di wesfdana jiyana şehîdên qehreman de zehmetiyan dikişîne û carinan jî mirov li beramberî mezinahiya wan xwe pir biçûk dibîne, ji mafê xwe nabîne ku li ser jiyana wan a pîroz biaxive. Bi taybet jî axaftina têkildarî jiyan, têkoşîn û kesayeta fermandar û şêrejina Kurd Şîlan Kobanê pir zehmet e. Bi rastî hevala Şîlan kesayetek pir cuda bû. Dema mirov hevala Şîlan didît hêz jê digirt û bi xwe bawer dibû. Hevaltiya hevrê Şîlan li ser bingehê partîbûn û baweriyê bû. Ji bo fermandar Şîlan hevaltî tişta herî bingehîn a rêxistinî bû. Di heman demê de hevaleke pir aram bû. Lê bi rastî hevala Şîlan li hemberî şaştiyan û bi taybet jî li hemberî tesfiyekaran xwedî helwesteke gelekî xurt û tund bû.

Ez hevala Şîlan ji sala 2002’yan ve dinasim û dema me xebatên parçeyan dimeşand hevala Şîlan jî di rêveberiyê de cih digirt. Dema fermandar Şîlan dihat wargeha saziyan ji bo hevalan jî dibû derfet ku ji ezmûnên wê yên şer û jiyanê feyde bigirin û nakokiyên xwe jî pêre parve bikin. Hevalan di kesayeta hevala Şîlan de Apociya rast didîtin, xwe lê digirtin û pêre dibûn yek. Fermandar Şîlan li hemberî Xeta Partiyê gelekî şiyar bû.

Wê dewam bike…

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button