Gelê me bi xwedîderketina li Rêber Apo xwe bi rêxistin dike

 

Laleş Êzidî

Em di nava pêvajoyeke ev qas hesas û giran re derbas dibin ku ji her milî ve şer û talanî di rojev û plana hêzên serdest de ye. Eger mirov bala xwa bide stratejî û siyaseta pergala heyî, mirov dibîne ku hêzên hegemon, pergala serdest û antî demokratîk, di pêşengiya modernîteya kapîtalîst de şerê taybet dide meşandin, êrîşên cur bi cur li dijî nirxên mirovahiyê dide rêvebirin.

Hêzên komploger wer hêvî û plan dikirin ku wê derxistina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê bibe pêşzemîna mudaxeleya Rojhilata Navîn. Ji ber vê plan û amadekariya komployê xistin meriyetê, li ser Rêbertiya me dan meşandin ku hedef û armancên xwe bibin serî û mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin. Rêber Apo bi xiyanet û Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê hate derxistin, di 15’ê Sibata 1999’an de dîl girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst kirin.

Hêzên ku plan û konsepta komployê pêk anîn hedef dikirin ku di şexsê Rêbertiya me de destpêkê şerê Kurd û Tirk derxînin, dîzayn û mudaxeleya Rojhilata Navîn pêk bînin, şerê navxweyî li herêmê di navbera gelan û baweriyên heyî de bidin kûrkirin, dîzaynkirina Rojhilata Navîn a nû pêk bînin. Lê Rêbertiya me bi ked û berxwedaniya xwe ya 25 salan, hemû meylên komployê û konseptên hêzên serdest vala derxist.

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê ku li dijî Rêber Apo û hevalên li zindanan didome, bi ferzkirina şerê derûnî û tecrîdê dixwazin navbera Rêbertî, partî û gelê me ji hev qut bikin. Ji ber vê sedemê êrîş û tecrîda li ser Rêbertiya me her ku diçe girantir dibe, bi giraniya vê tecrîda girankirî re êrîş û dagirkeriya li Kurdistanê jî her diçe berfireh dibe. Konseya Wezîran a Ewropayê di bin navê salek dem ji bo Tirkiyeyê dane ku qanûnên xwe di ber çavan re derbas bike. Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo di ber çavan re neyê derbaskirin çi ji destê dewleta Tirk û faşîzma Erdogan-Bahçelî tê dikin.

Dewleta Tirk û faşîzma Erdogan-Bahçelî hewl dide xwe bi rêya desteka hêzên navneteweyî, xiyaneta PDK û mala Barzanî li ser lingan bihêle, operasyon û êrîşên qirkirina çandî, siyasî û leşkerî jî her ku diçe berfireh û zêde dibin. Niha ev şer û êrîşên Erdogan-Bahçelî rasterast bi destê dagirkeriya Tirk û faşîzma AKP-MHP ê li Kurdistanê tê rêvebirin ku konsepta helandin û çokdanînê li ser gelê me bidin ferzkirin.

Vaye niha li Rojhilata Navîn du qirkirinên sereke têne jiyîn. Ya yekemîn, qirkirina û êrîşên li Kurdistanê ya bi destê faşîzma û dewleta Tirk a dagirker tê rêvebirin, desthilat û faşîzma AKP-MHP ê dixwaze bi van êrîş û operasyonên li ser qadên çiyayan re, tevahî qadên di bin parastina gerîla de tecrîd bikin û gerîlayên azadiya Kurdistanê bê bandor bikin. Lê belê tevî hemû êrîşên bi çekên kîmyewî û qedexekirî jî çalakî û berxwedana gerîlayên serdemê li dijî artêşa Tirk a dagirker jî didome. Her çendî artêşa Tirk a dagirker bixwaze rastiyan berevajî bike û windahiyên xwe veşêre jî nikare rê li pêşiya berxwedana gerîla bigire.

Ya duyemîn jî, şerê di navbera Îsraîl û Hemasa Filistînê, Îsraîl, Îran û Hîzbullaha Lubnan û Sûriyeyê de ye. Lê dema mirov li naverok û kûrahiya vî şerî dimeyizîne rastiya her tiştî li ber çavan xuya dike ku wê şer û aloziya pergala serdest a Şerê Cîhanê ya Sêyemîn e kûrtir bibe. Piştî kuştina serokê Hîzbullaha Lubnanê her ku biçe ev şer û aloziya di navbera her du aliyan de kûrtir bibe. Niha dagirkeriya Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê mîna temaşevana li vî şerê du alî dimeyzînin û dixwazin sûdê ji vî şerî bigirin. Heman êrîş û terora ku Îsraîl, li dijî gelê Xeza û Lubnanê pêk tîne ji êrîş dagirkeriya li Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne ne cudatir e.

Rêber Apo li hemberî zîhniyeta paşverû ya zilam û feraseta mêtingeriyê, jina Kurd perwerde û rêxistin kir ku nasnameya wê ya azadiyê lê vegerîne. Tevî ew qas têkoşîn û rêxistinkirina jinan jî  jin rastî şîdetên êrîş, kuştin, tecawizê tên. Di paradîgmaya Rêber Apo û xeta azadiya jinê de civak birêxistinkirin erk û berpirsiyariyên me yên herî sereke ne.

Tevî hemû êrîş, zext û tecrîda ku dijmin li hemberî Rêber Apo, gel û gerîlayên azadiya Kurdistanê dimeşîne jî nikare encamê bigire. Gelê me jî bi xwedîderketina li Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo re, xwe bi rêxistin dike. Têkoşîn û berxwedana xwe bi ya Rêber Apo re dike yek û her demê zindî dihêle.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button