KOMPLOYA 9’E COTMEHÊ DESTPÊKA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN E -4

 

Leyla Waşûkanî

Beşa 4

Weke tê zanîn hêza herî dînamîk a civakê jî jin û ciwan in. Naxwe divê berî her kesî jin û ciwan ji xwe bawer bin û di nava hevgirtineke bi hêz de bin. Bi fikir û ramanên mamosteyê mezin û zanyarê serdemê Rêber Apo xwe bi çek bikin û pileya têkoşîna xwe bilind bikin. Di rewşek wiha de pêwîst e ti kes xwe nexapîne û nebêje, “Em li Rojavayê welat xweseriyê dijîn dikin” û nekevin xeyalên rehet. Teqez hewce ye were zanîn ku em di welatekî de dijîn ku têde şerekî giran heye. Gelek dewletên neyar li ser xaka welatê me xwe li hevdu radikişînin û kengî gengeşe derkeve diyar nîne. Dewleta Tirk a destûra xwe ji efendî û keyên xwe yên sermayedar digire, her roj kesên sivîl şehîd dike. Teqez divê em rê nedin van kiryarên der-mirovî.

Dewleta faşîst a Tirk her çavkaniyên aboriya civakî hedef digire, derb dike û bi van kiryaran dixwazin berhemên şoreşa civakî bi temamî têk bibin, welat bêmirov bihêlin. Bi mebesta rojê careke din ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim, bi minetdarî bejna xwe li hemberî wan ditewînim û dibêjim, teqez em ê hedef û armancên şehîdên bi rûmet pêk bînin, wan di fikir, ruh û jiyana xwe de temsîl bikin, tola wan rakin. Li ser rêya şoreşê de gelek welatparêz û sivîlan jî canê xwe feda kirin, bûn timsalê welatparêzî û fedakariyan. Em wan hemûyan bi bîr tînin û dibêjin hûn pîroziyên şoreşê ne. Em ji hemûyan re soza xwe nû dikin. Girêdana me ya heqîqî bi wan pakrewanan re ew e em wan di têkoşîna xwe de jiyanî bikin û li ser şopa wan bi qehremanî têkoşînek serketî pêk bînin.

Weke Rêber Apo daye xuyakirin û gotiye: “Girêdana me bi şehîdan re teqez ew e em li keda wan xwedî derkevin û gavên pir xurt bavêjin. Jixwe partiya me ya şehîdan e û bi şehadeta her hevalekê/î me gavek ber bi pêşde avêtiye.” Rêber Apo tişta ji milîtan û gel hêvî dikir ew bû sozên xwe bînin cih, hevaltiya xwe têrker bikin da ku karibin Komploya Navneteweyî vala derxînin û serketinê qezenc bikin. Ev dema em têde dijîn ya kar û xebatê ye. Divê civak tevahî bi hev re hêza xwe bikin yek û tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin. Ji bo em layiqî keda mezin a Rêber Apo, şehîdan û gel bibin em ê têkoşîna xwe xurt bikin, bibin milîtanên demê. Ji bo têkoşîna me bi encam bibe em ê hemû hêza xwe seferber bikin.

Careke din em soz didin gelê Kurd û tevahî gelên herêmê em ê bajarên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Lê divê neyê ji bîr kirin ku tevahî gel û bi taybet jî jin û ciwan hewce ye bi hev re rabin ser piyan, hemû hêza xwe têxin xizmeta têkoşîna azadiyê. Teqez divê gel jî bikeve nav zanebûna xwe ya parastinê, xwe di rêgez û pîvanên Şerê Gelê Şoreşgerî kûr bike. Em ê tev bi hev re biryar bidin û bêjin, “Yan yekîtî û azadî yan jî hîç!” Careke din ez dubare dikim ku şer û berxwedan li ser me tê ferzkirin û ew jî di xizmeta serketina şoreşê de ye.

Qediya

.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button