Bi boneya salvegera pêncemîn rizgarkirina bajarê Minbic’ê
01.06.2016’yan li ser daxwaza gelên herêmê pêngava rizgarkirina bajarê Minbic’ê hate destpêkirin. Piştî peytaxta Daîş’ê Reqa, Minbiç jibona çeteyên Daîş’ê xwedî cihekî stratejîk û xwedî girîngiyek mezin bû û bajarê Minbic’ê ji xwe re wekî qela binav dikirin. Jibona vê jî rizgarkirina bajarê Minbic’ê wê ewqas hêsan nebû ya. Rûxmê her tiştî me bi coşek mezin û bi xwedî baweriyek ku çavkaniya xwe ji raman û felsefeya R. Apo digre, me jî cîhe xwe dinava pêngava rizgarkirina bajarê Minbic’ê de girt. Jixwe dema me gav avêt dinav çeperên YPG-YPJ, me li ser bingehê rizgarkirina gelê xwe û gelên herêmê re me biryara xwekirina berdelên vê axa pîroz da. Çeteyên Daîş’ê ku bi piştgiriya Tirkiyê re xwestin di Kobanê de giştî hêviyên azadiya civaka kurd tune bikin, Me jî bi rizgarkirina bajarê Minbic’ê re carek din da xûya kirin ku wê paradigmaya R. Apo ya biratiya gelan wê li beramberî hişmendiya dewletdarî û komên çetewarî wê hertim serbikekeve. Di pêngava rizgarkirina bajarê Minbic’ê de rizgarkirina her malekî kelecan û coşekî mezin di me de dida avakirin. Mirov dema çavên şêniyên hatine rizgarkirin mêyze dikir, mirov aliyekî de êşa ku ji destê çeteyan kişandine û aliyekî de jî kêyxweşiya rizgariyê didît. Taybetî dema keç jinên ku ji nav lapên Daîş’ê de dihata rizgarkirin û ew êrşefên reş ên taritiya hişmendiya hezar salan îfade dikir li ser xwe di avetin û tililîyan dişewitandin, mirov wî çaxê wate û giringiya tekoşînê baştir fêmdikir. Jibona rizgarkirina gelên Minbic’ê berdelên pir mezin hate dayin. Bi sedan heval bi baweriyek mezin, da ku civaka xwe ji zilm û terora Daîş’ê rizgar bike, xwe kirin cangoriyên axa xwe. Gelek hevalên hêja yên ku min nasdikirin di oxira azadiyê de Şehîd ketin. Îro bi xwîna wan Şehîdan gelê Minbic’ê dinav aramî û azadiyê de jiyana xwe ji nû de, li gor pîvanên newtewa demoqratîk xwe avadikin û xwe rêve dibin. Rukeniya li ser lêvên zarokên Minbic’ê, perçeyek gihîştandina xeyalên hevalên Şehîd in. Nêzî mehekê min jî cîhe xwe dinav pêngava rizgarkirina Minbic’ê de girt û encama sekvaniya çeteyên Daîş’ê de ez ji pişta xwe birîndar bûm. di encama vê birîndariyê de ji ber marîpişt darbe xwar, her du lingên min nagrin. Lê ev nayê wê wateyê ku ev rewş, wê jibona tekoşîna me ya azadî yê bibe astengî. Ji xwe di roja me ya îro de herî zêde mijara ku qeyran û kaosê diafirinê, hişmendî ya dewlet û bi vê ve girêdayî şekil dayina civakan, nikare bi xwe re pirsgirêkên di asta nexweşî de ya dewlet pergal û mejî diafirîne. Lewre civak nikare bi rengekî tendurist û çalak bifikire û li beramberî kiryarên dewletan serî rake. Bi birîndariya fîzîkî re dibe di warê leşkerî de wekî berê nikarim tekoşînek çekdarî bidim meşandin,lê di warê birdizî de li ser bingehê ramanên Rebêr Apo avakirina civaka xwe gelên herêmê barekî giran û berbirsiyariyek mezin dikeve li ser mile me. Wekî Rebêr Apo jî daye penasekirin tekoşîna hişmendî ji ya çekdarî girantire. Bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Minbic’ê em giştî Şehîdên xwe bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Li ser vê bingehê jibona xwedî derketina xeyalên hevalên Şehîd û pekanîna xeyalên hevalên xwe, em ê heta dawiya tekoşîna xwe ya azadî û wekhevî yê bidomînin.
Dijwar ÇIYAGER