Xweparastin niha ji her demê zêdetir pêwîst e

Rojda Dêrik

Xweparastina civakê ya cewherî di serdema niha de, ji her demê zêdetir hewce ye. Civak û nexasim jî jin divê xwe bi rêxistin bikin û ji bo parastina xwe çalak bin. Pêwîst e her kes di roja me ya îro de têkevin ferqa xweparastinê û li ser dagirkeran ferz bikin ku ji welatên wan derkevin. Ev jî sereke xweparastina cewherî ye.

Çi mirov çi jî sewal dema êrîşek li ser hebûnekê pêk tê, di serî de bertek raber dikin. Ev jî bertekeke takekesî ye û xweber e. Bêguman divê zanebûna wê jî hebe.  Zanebûn jî di hebûna jêre mirov tê gotin de bi perwerde û xwerêxistinkirinê çêdibe.

Dema komploya navneteweyî pêş ket Rêbertî ji jinên şoreşger re got, “Hûn weke jin û netewe ji min zêdetir di çarmixê de ne. Pêwîst e hûn di giraniya wê de bin.” Her çiqasî wê demê mê tam fêm nekiribe jî roj bi roj em vê rastiya bi jan û trajedî pir bi zelalî dibînin. Li hemberî vê rewşê pêdiviya me bi rêxistineke xweparastinê ya xurt heye. Pergaleke xweparastinê jî ji jin, mêr û ciwanan heya zarokan di warê çalakbûnê de bi awayê divê qet sînoran nas nekin dikare pêş bikeve.

Mînak hinek malbat naxwazin zarokên wan beşdarî nav çalakî û xwepêşandanan bibin. Bêguman her dayik  û bavek naxwaze tiştek bê serê zarokên wan. Lê divê mirov zanibe ku dema xakeke mirov a azad nebe tevahî ferd, malbat û civak hema hema her kêlî dibe ku rastî êrîş, neheqî, girtin û qetilkirinan werin. Divê malbatên me yên wer zanibin ku çalakî û xwepêşandanên ji bo azadî û wekheviyê çêdibin, herî zêde ji bo wan e jî. Divê bi serbilindî ligel keç û kurên xwe cihên xwe yên di aktîvîteyên wer de bigirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistan serwextbûneke mezin çêbûye. Şoreşa me çavkaniya xwe ji nirxên herî pak ên însaniyetiyê digire. Divê ti ferd û malbat xwe ji vê pîroziyê bêpar nehêle.

Hewce tevahî gelên me yên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Tirkmen li hember her cure êrîşan yekîtî û rêxistinbûna xwe xurt bikin.  Xweparastin yek ji hîmên esasî yên civakan e. Lewma divê em dersan ji dîrokê bigirin, xwe di fikir û bîrdoziya Rêber Apo de pêş bixin. Ji bo xweparastinê jî tişta pêwîst zû ne dereng hîn xurttir bikin. Xweparastin û parastina cewherî niha ji her demê zêdetir pêwîst dike. Bêguman xweparastin xisûseke pir berfireh e. Lê min hewl da lêhûrbûna xwe ya têkildarî wê wiha bi kurtasî vebêjim. Ez hêvîdar im her kes di vê mijarê de bi erk û mîsyona xwe rabe û çalak bibe.

Ez careke din komploya li ser Rêberê Apo şermezar û rûreş dikim. Em ê komployê bi têkoşîn û çalakbûna xwe bi temamî têk bibin, Rêberê xwe ji nav çar dîwaran derxînin, aştî û wekheviyê, li welat serwer bikin. Tevahî şehîdên berxwedana bajarê Serêkaniyê û Girê Spî bi bîr tînim. Em ê tola şehîdên xwe bi serketina projeya Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk pêkan bikin. Wê şehîdên me her di fikir, ruh û hestên me de bijîn.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button