Xwendina pirtûkan daneheveke girîng a fikrî ava dike

Gaziya şer Selena Dêrik têkildarî Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn diyar kir ku xwendina pirtûkan daneheveke girîng a fikrî û zanistî ava dike û got, “Vekirina Pêşangeha Navneteweyî a Şehîd Herekol, ji dil û can pîroz dikim. Hêvîdar im gelek pêşangehên wiha li herêmê û li her devera Kurdistanê vebin.”
Li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê di navbera 20-26’ê Cotmehê de Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn li dar dixe.
Gaziya şer Selena Dêrik têkildarî wate û girîngiya pêşangehê nêrînên xwe anîn ziman.
Selena anî ziman ku ew ji vekirina Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan kêfxweş bûye û got, “Vekirina Pêşangeha Navneteweyî ya Şehîd Herekol, ji dil û can pîroz dikim. Hêvîdar im gelek pêşangehên wiha li herêmê û li her devera Kurdistanê vebin. Cihê kêfxweşiyeke pir mezin e ku aktîvîteyên wiha bi heybet û balkêş di nav bajarên Kurdan de vedibin. Pêwîst e pêşangehên xwecihî jî li tevahî bajaran vebin û gelên me jê feyde bigirin. Bi Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo re di nav milîtan, şervan, kadro, ciwan û jinên Kurd de rohnîbûn û serwextbûneke mezin pêş ket. Ji aliyê eskerî bigire heya siyasî, dîplomatîk û aboriyê zanebûneke muezem derketiye holê. Ev hemû bi saya xwendinê çêbûne. Em weke hevalên gaziyên şer jî di vê mijarê de timî xwe pêş dixin. Ji bo em di aliyê fikrî û bîrdozî de karibin ji pêvajoyê re bibin bersiv û hevrêtiyeke rast bi Rêber Apo re bikin, di mijara xwendin û nivîsandinê de em di nav hewldanan de ne.”
Gaziya şer Selena bal kişand ku çawa xwarin û vexwarin ji bo mirov nebe nabê ye, xwendin jî wisa ye û got, “Ji bo pêşketina mejî, analîzkirina bûyer û diyardeyan, xwendin pir girîng e. Mirov di nav çi şert û mercî de be, bila bibe divê em xwe ji xwendinê bêpar nekin. Eger em xwe weke şervan û milîtanên Apoyî dibînin, divê em di aliyê zîhnî de jî xwe pêş bixin. Tenê ne şervan divê çanda xwendinê di nav civakê û bi taybet di nav ciwan û jinan de pêş bikeve. Pêşangehên wer ji bo vê pir bi feyde ne.”
Selena Dêrik der barê kesayeta şehîd Herekol ê pêşangeh li ser navê wî ye ev nirxandin kir, “Şehîd Herekol serkêşekî rewşenbîr û zana bû. Têkildarî wêjeya têkoşînê û ya gelan xwedî kedeke mezin e. Bi dehan gotar û nivîsên wî yên jî têrûtijî hene. Hevalê Herekol nivîskarekî pir xurt, jîr û jêhatî bû. Xwedî berhemeke pir xurt a fikrî û wêjeyî bû. Bi vê wesîleyê ez tevahî kesên di vekirina Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî de ked dane spas dikim û ji dil û can wan pîroz dikim.”