Xwediyên fikir û ramanên dewlemend ti carî namirin

Arîn Koçer

Kesayetên weke nemir Cegerxwîn, her bi fikir û ramanên xwe wê zindî bin. Seydayê Cegerxwîn siyasetmedar û wêjevanekî welatparêz û şoreşger bû. Gelekî zehmet e mirov li ser xaka welatê xwe ya dayik penaber be, lê mixabin gelê Kurd her li ser xaka xwe penaber û mihacir e. Dema  mirov lê dihizire gelekî xembar dibe û wiha li mirov tê ku şaş bimîne û giran xeber de. Ez pirs dikim gelo wê mirovahî di vê rewşa xwe de ber bi ku ve biçe û wê li ku bisekine? Divê li ser rewşa şerê heyî, talan û qirkirinên heyî mirovahî tev bi hev re serî rake û qebûl neke.

Dema em li çîroka navdarên xwe yên Kurd temaşe dikin û li ser jiyana wan a bi jan û sotîner lêkolîn dikin, em matmayî dimînin. Ji ber rewşa heyî ji rewşên trajediyê hîn wêdetir e. Naxwe divê em dîrokê lêkolîn bikin ji bo em rastiya bi jan a îro jî bibînin. Seydayê me di zarokatiya xwe de gelek êşan dibîne û paşê tevî hin ferdên ji malbata xwe ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, li gundekî bajarê Amûdê yê bi navê Hesarê bi cih dibin. Dibistanê li gund dixwîne, piştre dest bi xwendina olî dike û dibe mele. Her cihê ku Seyda lê xebat dike gel jê hez dike û weke pêşengekî civakê lê temaşe dikin.

Seydayê Cegerxwîn her di nav têkoşîneke neteweyî de bû, welat û azadî rojeva wî ya sereke bû. Jixwe ev di helbestên de wî de jî diyar dibe. Seyda weke mamoste ciwan perwerde kirine. Piştî hinek fesad û sîxurên Frensî îxbariya wî dikin tê girtin. Seyda li gelek deveran kar dike û paşê di kovara Hawar de dixebite û xebatên siyasî jî dike. Di helbestên xwe de jî her xitabî gelê Kurd dike û pir li ser jinan nivîsandiye. Diyar dibe ku qîmetdarî û hêviyên wî ji bo jina Kurd mezin in.

Seydayê ku navê wî Şêxmûs e, cîgera wî li ser welat şewitiye navê wî di nava gel de weke Cegerxwîn hatiye naskirin. Li  çar parçeyên Kurdistanê geriyaye û heya welatên derve jî çûye. Her tim xema wî welat e. Di wêjeya Kurdî de xwedî roleke mezin e. Tevî hemû zext û zorê jî Kurdwariya xwe parastiye û gelek caran jî hatiye girtin. Lê hîn zêdetir têkoşîna xwe xurtir kiriye. Weke em hemû jî dizanin Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo têkoşerên weke Seydayê Cegerxwîn dibêje ku kesayetên welatparêz û têkoşer in ku divê em mafê wan bidin wan.”

Seyda nimûneya welatparêziyê ye. Divê were zanîn ku ew kesayetên welatparêz û fedakar berhemeke çandî û rewşenbîrî ji me re hiştin û em deyndarên wan in. Ez careke din Seydayê hêja û giranbiha Cegerxwîn bi bîr tînim, bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî bîranîna wî ditewînim. Li ser berhema têkoşîna wan rewşenbîr û zanayên hêja em ê teqez bi ser kevin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button