Xeta şehîd Bêrîtan xeta jiyana azad e
Zozan Kobanê

Tevahiya hilberîn û berhemên ji bo mirovan û civakê bi saya ked û hewldanên jinê ava bûne. Jin dayik bi sedê sala ev xebata xwe bi awayekî herî muqeddes meşand. Heya mirovek li ser rûyê vê erdê hebe jî wê bi saya wan berheman jiyana xwe dewam bike. Ji ber ew berhem ji bo mirovan û tevahiya zindiyan pêwîstiyên herî bingehîn in.
Lê belê zilamê xasûk ê li hember wan pîroziyên jinê ket nav hasûdiyeke mezin, bi hîle û komployan li ser jinê serweriya xwe çêkir. Bi vî awayî êdî koletiya li ser jin û piştre ya civakê ku heta roja me ya îro jî bi awayên curbicur didome pêş ket.
Bi têkoşîna Rêber Apo re jina pîroz careke din vejiya û bi hemû heybeta xwe di nav berxwedana Tevgera Apoyî de cih girt. Li tevahiya cîhanê têkoşîn û qehremaniya jinên Apoyî deng veda.
Yek ji wan leheng û şêrejinan jî Fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e. Hevrê Bêrîtan bi kesayet û jiyana xwe ya şoreşgerî ji hemû hevalên xwe re bû mînakeke herî berbiçav. Fermandar Bêrîtan bi berxwedana xwe ya 25’ê Cotmeha 1992’yan a li hember dagirkerî û hêzên xayîn bû sembol û xeta artêşbûna jin a li ser esasê perspektîf û bîrdoziya Rêbertî pêş dikeve.
Ev berxwedan û helwesta heval Bêrîtan a li hember “Were teslîm bibe!” ji bo hemû jinên cîhanê bangeke herî rûmet a têkoşîna li hember feraseta hezarê salan a mêrê xasûk û desthilatdar e. Ev çalakiya Fermandar Bêrîtan ya rastî ji bo jinan banga “Werin cewherê xwe. Rêya azadî û jiyaneke li ser esasê wekheviyê di xwebûnê re derbas dibe” ye.
Xeta şehîd Bêrîtan xeta jiyana azad e. Lewma Rêbertî jinan re dibêje, “Xwedî li mîrasa Bêrîtan derkevin.” Xwedîderketina li mîras û xeta Bêrîtan, xwedîderketina li tevahî nirxên jin-dayik û mirovatiyê ye.
Hevrê Bêrîtan navê jina azad û lehenga sedsala 21’emîn e. Mirinê ji mezinbûna xwedawenda hemdem a çiyayî ya Dêrsimî Bêrîtan şerm kir. Di 33. salvegera şehadeta heval Bêrîtan de em tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em ê weke gaziyên şer timî li ser şopa Bêrîtanan, Sarya, Asya û Rojger û tevahî şehîdên azadiyê bimeşin, azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bînin, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji sedî sed bi serketinê tacîdar bikin.




