Wê berxwedana hevrêyên me bi serketinê tacîdar bibe

 

Hesen Newaf

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çiyayên Kurdistanê gelek şehîd û birîndar dane. Ji ber ku şoreşa azadî û rûmetê ye.

Şehîd Hogir Amed ê yek ji gaziyên şer bû piştî berê li eniyên şer birîndar bibû jî, her cihê xwe yê pîroz ê di nav vê têkoşîna azadiyê de girt.

Heval Hogir bi ser ket, bi şev û roj bê westandin û bêzariyê xebitî. Tevî fedakariyên xwe yên mezin, bi xwîna xwe erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê av da.

Hevrê Hogir yek ji wan kesên ku ji bo welat û gel têkoşiya, xwedî armanc û kedeke mezin bû. Ji bo vê armanca mezin canê xwe feda kir û navê xwe di dîroka şoreşa gelan de bêmirin kir.

Bîranîna hemû têkoşer û berxwedêrên azadî û rûmetê wê dibe ronahiya rê li ber nifşên pêşerojê vedike. Şehadeta hevrê Hogir asta herî bilind a serbilindî û rûmetê ye.

Rêber Apo têkildarî hevalên şehîd dibêje, “Rastiya şehîd ferzker e û ferman dide ku mutleq pêwîstiyên wê bên cih. Ev zîhniyet di min de sereke ye. Yên ku vê weke faktora bingehîn a dide tevgerkirin nefikirin, ez zêde îhtimal nadim ku wê bi rêz û hurmet nêzî nirxên din bibin û di heman demê de ez îhtimal nadim ku wateyeke baş û rast bidin nirxên din. Ji ber ku şehîd nirxên herî bingehîn in.

Di bîranîna şehîd de ne ji mirin, ji jiyan, şer û mutleq serketinê behskirin hîn rasttir e. Di pêşketina PKK’ê de dema em bînin ber çavan bê şehîd çi qasî diyarker in, em dikarin bêjin, divê ev taybetmendî were herî destpêkê û ti tişt nikare me asteng bike ku em wê bi vî awayî deynin holê.”

Heya armancên hemû heval û hevrêyên me yên şehîd bi serketinê tacîdar bibe, wê ev berxwedan û têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de her berdewam be.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button