Têkoşera mîna çiyayan bi heybet û serhildêr: Evîn Goyî

Hevrê Evîn Goyî (Emîne Kara) Botanî bû. Jiyana wê mîna xulaseyeke Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Heval Evîn 23’yê Kanûna 2022’yan li Parîsê di êrîşa li hember Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya de bi hevrêyên xwe yên welatparêzên hêja Mîr Perwer û Abdurrahman Kızıl re tevlî karwanê şehîdan bû. Evîn Goyî yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Jinan bû.

Hevrê Evîn, 1974’an li gundê Hîlal ê girêdayî Qilabana Şirnexê ji dayik bû. Jineke ji erdnîgariya pişta xwe daye çiyayê Herekolê bû. Têkoşereke mîna çiyayan bi heybet û serhildêr bû.

Hişyariya Pêngava 15’ê Tebaxê ya di pêşengiya Fermandar Mahsûm Korkmaz de li ser gelê Kurd çêkiribû ji bo Evîn jî destpêka jiyaneke nû bû.

Evîn hê di zarokatiyê de bû şahida zext û êşkenceya dijmin a li hember gel. Lewma 1988’an berê xwe da çiyayan û tevlî Tevgera Azadiyê bû. Evîn azadiya gelê Kurd di azadiya jinê de dît û li ser vî esasî bû xwedî têkoşîneke muezem û fedaî. Li gelek qadan li hember hêzên dagirker şer kir. Ji Herekolê heya Reqa, Şengal û Parîsê têkoşîneke bi muezem meşand.

Pêşenga Jinan Evîn Goyî, li Rojava di şerê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bibû. Ji bo tedawiyê çûbû Fransayê.

Hevrê Evîn a bi çanda Botanê mezin bibû, jineke pêşeng a wêrek û kedkar bû. Timî bi taybetmendiyên xwe yên xurt ên bi fikir û îdeolojiya Rêbertî şekil girtine û pêş ketine dihat naskirin. Evîn weke şoreşgereke Apoyî meydan ji dagirker û faşîstan re dixwend. Tevahiya jiyana fedayî azadiya gelan û jinan kir. Di şopa hevrê Sakîne Cansız de bêteredut meşiya.

Di sêyemîn salvegera şehadeta wan de em pêşenga xwe Evîn Goyî, hunermendê giranbiha Mîr Perwer û mînaka welatparêziyê Abdurrahman Kizil bi rêzdarî bi bîr tînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button