Şopdara rêya heqîqetê: Zelal Zagros

Şehîd Zelal Zagros ji gava yekem ya tevlîbûna nava refên Tevgera Azadî bi dilnizmî û girêdanbûna xwe ya Tevgera Azadiyê ve 31 salan bê navber meşiya û ji Rojava bigire heta Başûr û Ermenistanê û Îranê xebatên leşkerî, siyasî û civakî meşand. Bi keda xwe ya bê hempa bû sembola jina berxwedêr.
Şehîd Zelal Zagros (Firyal Silêman) 18’ê Çileya 2024’an li Kerkûkê di encama êrişeke MÎT’ê ya hevkariya hêzên herêmî hate hedefkirin û şehîd bûbû.
Emê di salvegera 2’an ya şehadeta wê de de cih bidin nêrîn û xebata wê ya ku bi destê xwe li Rojnivîska xwe nivîsî.
‘Dîtina serokatî hêz da min ku qeyd û bendên koletiyê rizgar bibim’
Şehîd Zelal dîtina xwe ya Serokatî di rojnivîska xwe de bi vî rengî pênase dike: “Dîtina serokî ji min re bû hêz û baweriyeke mezin da min ku ez meşa xwe ya partiyê dewam bikin û wekî jineke Kurd xwe ji wan zincîrên koletiyê xilas bikim ku dest û lingên me pê girêdane. Zihniyeta olî, mezhebî, eşîrtî, malbat, dagirkirina yekrêgezî û bîrdoziya ola îslamê li ser Rojhilata Navîn û Kudistanê zelal e. Civak nikare zû bi zû xwe ji van têgîn û şêwazê ku hatine bikarnîn rizgar bike. Ji kesayetiyê bigire heta malbatê qalibê eşîrtî xwedî têgîneke olî ye. Em jî xwedî kesayeteke bi vî rengî ne, bi taybetî kesayeta jin hatiye perçiqandin, ji hemû berhemên jiyanê bê par maye, bi zanebûn di nava zindanekê de hatiye xesbkirin û kirîn û kolekirin. Jin bi çermkê xweşik û bedew hatiye xapandin. Hemû nirx û berhemên jinan ji qederê re hatine hiştin. Ev zihniyet di serê mirovan de wekî çemento hatiye rûnişkandin.
‘PKK bû bingeha dîroka ji bo azadiya jin û qetandina zincîrên koletiyê’
Di zihniyeta jin de menitqê xêr, şer, guneh û neguneh, bihuşt û cehnme, helal û heram û hwd hatiye rûniştandin. Em jî weke jinên vê civakê di bin van şert û mercan de me jî para xwe ji bermayê bîrdoziya olî girtine. Wek tê zanîn me tu xêr û xweşiya jiyanê neditiye û carekê em pê kêfxweş nebûne. Ji bona wê jî wekî jin ji kesayeta xwe derketin û gavavêtina ji dervê malbatê ji bo me pêngava yekemîn bû. Avabûna Tevgera Rizgariya Gelê Kurdistanê û PKK’ê bû bingehek dîrokî ji bona azadiya jin û qetandina zincîrên koletiyê, hilweşandina dîwarê bûne bend. Tevlêbûna jinan a nava tevgerê de şoreşeke civakî, siyasî, bîrdozî, rêgezî, xwezayî, gerdûnî û zihnî bû. Me jî nexwest em bibin wekî dayîk û bavên xwe. Me ev rê ji xwe re hilbijart. Me ji xwe ve destpê kir û ketin rêya bîr û baweriyeke xurt û bi hêz bûn.
Min û Şehîd Fewaz (Orhan Sebrî) bi hev re soz da. Ew di sala 1992’yan de derbasî qada şer bû. Fewaz sala 1995’an li Heftanînê, li çiyayê Zendûra di çalakî û operasyonan de li ser destê paşverûtiya PDK-Tirkan şehîd bû. Heta dilpoa dawî ya xwîna xwe bi dirûşma “Bijî Serok Apo bijî PKK û ARGK” bi egîdî li ber xwe dan, teslîm nebû bi vî rengî çû ser dilovaniya xwe.”
‘Herkes razayî ketim ser rê’
Firyal di rojnivîskeke xwe de li ser tevlîbûna xwe vê dibêje: “Piştî ez ji cem serokatî hatim, min destûra fermî xwest da ku biçim xatir ji malbatê bixwazim. Piştî 9 mehan demjimêr 16:00’ê êvarî ez gihaştim mal. Ez derbasî malê bûm min dît û nedît hemû kes li dora min kom bûne. Ez li wan dinêrim, ew li min dinêre; kes ji me nizane çi bêje û çawa destpê bike. Piştre me pirsa hev kir. Her kes baş bû. Wê şevê me qala serokatî, xebata wî û çûna welat kir. Sibeha zû hemû kes razayî bû ez û birayê xwe Mistefa çûn geracê û me berê xwe da bajarê Qamişloka rengîn.
‘Gotinên dayîka min dermanê nexweşiyê bû’
Ew xatirxwestina min a rêya bêdawî bû û dîtina malbatê ya min bû ew. Wekî birînekê ji bo min bû. Bîranînên hemû xwişk û birayên min li aliyekî bû û ya dayîka min a êşkişandî li aliyekî din bû. Ji ber ku di jiyanê de wekî hevrêyek û di eynê dem de wekî dayîka Ezîz dihat naskirin. Dil, êş û xemxwara zarokên xwe bû. Terbiye û exlaqê wê wekî dibistana serokatî bû. Ji bo me timî xêr û bilindbûn dixwest. Digot; ‘bavê me nehişt em biçin dibistanê, bila zarokên me ne wekî me mezin bibin, bila pêşeroja wan hebe, bila çavên wan ne li destê mêran bin.’ Ew gotinên dayika min wekî şîret ji bona me bû. Ez li ser şîret û terbiya wê dimeşim, timî wekî hêzekê li pişta me bû. Hêz dida me. Gotinên wê wekî guhar di guhê min de ne. Ji min re digot; ‘ez naxwazim tu biçî welat, dilê min dişewite, xwarin di qirka min de naçe.’ Got; ‘ez te nabînim, lê ez naxwazim hûn têkevin destê zilamekî. Ji du rêyan yekê ji xwe re hilbijêrin; rêya şeref, rizgarî, şoreşgertiyê ew jî li ser çiyayê Kudistanê ye, li vir jin azad dibe, pêwîste jin şer bike heta ku azad bibe’ Gotinên dayika min wekî dermanê nexweşiyê bû. Heta niha ez wê xewnên xwe û xayalên xwe dikim yek û diponijim. Hîn wekî ku min çawa wan di sala 1995’an de dîtine, her ez wan bi vî rengî dibînim. Hîn ez wan bi zarokatî dibînim û kêfxweş dibim.
‘Tevlîbûna min bersiva pirsa çawa bijîm bû? Qetandina kefenê spî yê bûkaniyê bû’
Dîsa ez serbilindim ku ez keçeke malbateke welatparêzim, ji dayîkeke şîrhelalim. Ez ne poşmanim ku min perwerdeya dibistana bîrdoziya vê partiyê dîtiye. Tevlêbûna min a nava partiyê ji bona min bersivandina pirsa çawa bijîm bû.
Qetandina kefenê spî yê bûkaniyê bû; ji ber ku jin di sê nişfan re derbas dibin: 1-dema zarok jidayik dibin cilê spî li wan dikin. 2-Dema keçekê didin mêr di roja bûkaniyê de kilîla spî li xwe dikin. 3-Dema dimirin bi kefenê spî wan binax dikin. Me her sê nifş derbas kirin, ji ber ku me kilîl li xwe nekir û em kefen jî li xwe nakin. Bila bi cilê noraml min veşêrin. Ez bawer nakim ku ez wek jinek şoreşger ji mirinê bitirsim, ji ber ku timî serê me dibin şûr û xinceran de ye. Em di nava zeviyên bi mayîn de dimeşin. Ka kengî biteqe û ha kengî biteqe. Ev rewşa mirovên şoreşgere, lê tevî van rewşan jî jiyaneke bi rûmet û watedare.”
‘Digihêje wê yekê ku jinek bê îrade û xweparastin azad nabe’
Firyal berî tevlî nava Tevgera Azadî bibe bi 7 şervana re tevlî dewreyek ya perwerdeya îdeolojîk û lêhûrbûnê dibe. Ji bo kesayeta xwe di warê teorî û pratîkî de pêş bixe, kedek mezin dike. Di vê perwerdeyan de baştir fêm kir ku jineke bê biryar, bê îrade û bê xweparastin azad nabe û nikare bibe xwedî hebûn. Di wê baweriyê de bû ku divê jin ji her tiştî re hazir be û bibe parêzvana xwe û civaka xwe. Lewra jî ji têgihiştin û kêrhatinên xwe yên hişmendî pêş bixe, ket nava hewldanek mezin.
‘Li konê sersaxiyê şehîd Stalîn biryara tevlîbûnê dide’
Piştre qedandina dewreya perwerdeyê li konê sersaxiyê yê gerîla Stalîn (Ciwan Ehmed Xelîl) ê ku di sala 1993’an de li wargeha Zelê û birayê wî Mîtan (Rênas Ehmed Xelîl) ê ku di 1992’an li herêma Heftanînê şehîd bibûn, soza tevlîbûnê dide. Piştre jî tevî 30 hevalên din beşdarî dewreyeke din a perwerdeyê ya amadekirina têkoşîna çekdarî li çiyayên Kurdistanê dibe. Bi vê perwerdeyê re têkiliyên wê bi malbatê xwe re qut dibe, lê ev yek ji bo wê di aliyê hestiyarî de tiştekî hêsan nînbû.
‘Heskirina welat ji dê û bavan girantire’
Dema li ser rê di rojnivîsek xwe de vê dibêje: “Ez bajarê evînê û cihê egîd û mêrxasan Hesekê ji bîr nakim. Gelek keç û xortên ciwan welidand û ji bo serxwebûn û eşqa welat feda kirin. Ji ber ku ji te pir hez dikim ku te dihêlim û diçim. Ji bo te ji destê dagirkerên Ereb rizgar bikim ezê biçim. Min ne dixwest rojekê te bihêlim û biçim. Lê heskirina welat ji dê û bavan girantire. Ez xatirê xwe ji te dixwazim û diçim. Her min di şibakeya wesayîtê re li pişt xwe dinêrî û nedixwest tu carî ji wesayît bi rê bikeve. Dema ez ji te dûr ketim, ey bajarê min ez bi êş û azarên heskirina te hesiyam û henaseyek kûr û xemgîn dil û hinavan kêşa. Weke hinaseyeke dawî be.” Bi van gotinan hemû heskirin û bêrîkirinên xwe yên ji bo bajarê xwe Hesekê tîne ziman.
Zelal dema li Zapê komek gerîlayên jin yên bi rext û çek dibîne û li rojnivîska xwe hestên wê demê wiha tîne ziman: “Dema em derbasî Zapê bûn, tişta başa min kişand komek gerîlayên jin bi çek û rext bûn. Dema çavê min bi wan ket, leşkerên bi sazûmankirî yên dewletê hate bîra min. Min ji xwe re got; gelo rojekê ez jî wekî wan bibim leşker û bi heybet bim. Pir kêfa min ji wan re hat. Nû min bawer kir ku jin dikarin bibin leşker. Hemû weke rêza refeke qûlingan dema serê sibê ji germayan diçin zozanan, yek bi yek li dû hev dibin rêz û dimeşin. Dîmenek pir xweşkbûn.”
‘Ez ji mirinê natirsim, lê ditirsim bê nirx û bi rûmet bimirim’
Şehîd Zelal di rojnivîsên xwe de heqîqeta azadiyê bi van gotinan pênase dike: “Mirov bindest be jiyan her roj ji bona me mirine. Ne ax û ne jî jiyana zindî me napejirînin. Wekî mirovên minafiq ku her roj tên lanetkirin û recimandin, ji tiştekî re nabin û timî rû reşin. Lê mirov li binê tehtekê yan li ser zozanek azad an jî li ser axeke tahir ku tu şopên botên dagirkeran û mirovên minafiq lê tune bin bimire, wê demê azad hatiye cîhanê û azad dimire. Bila balîfa bin serê min ji kevirê çiya be, lihêfa min qirşik û gihayê deştan be, doşeka min axa sor be, wê demê mirin ji bona min mafekî rewa ye. Ez natirsim ez bimirin, lê belê ez ditirsim bê nirx û rûmet bimirim ku ji bo min herame û bê wate ye, ez ji bo xwe napejirînim. Pir ciwanan destpêka temenê wan bû jiyana xwe feda kirin, bûn cangoriyên demokrasî, aştî, wekhevî da ku hemû mirov di bin yek sîwanê de xwe ji hemû hovîtî, dagirkerî û êrişan biparêzin. Belê, tirs û reva ji mirinê bi xwe mirine. Şehadet jî jiyana bi rûmete. Azadî dara nemiriye ku bi dilopên xwînê hatiye avdan.”




