Silav û sed silav ji Rêberê Rêberan re

Arîn Koçer

Silav û sed silav ji Rêberê Rêberan re!..

Silav ji Rêberê mirovahiyê re, silav ji Rêber û pêşengê gelan re, silav ji Rêber Apo re!..

Rêberê min ez ji dil û can we silav dikim, hurmet û hezkirina xwe ji we re raber dikim.

Ji Rojavayê Kurdistanê warê şoreşa mirovahiyê, heya Îmraliyê ez ji dil û can we silav dikim.

Rêberê min ez her kêliyê bi we re dijîm, bi hesreta dîtina we me. Rêberê min her çi qasî ez ji we dûr bim jî di ruh û hizir de ez bi we re dijîm.

Rêberê min ez di têkoşîna xwe ya azadiyê de lawaz mame û di vê xisûsê de xwe rexne dikim. Her hewl didim ez kesayeta xwe bigihînim asta milîtaniya Apoyî.

Rêberê min keda we ji bo me daye gelekî giranbiha ye û em deyndarên we ne. Ez pir li ser vê mijarê dihizirim, di navbera xwe û nefsa xwe de dibêjim tevî ku Rêber Apo kesek bû jî ew qasî bi hunerî têkoşîn kir û şoreşek li dar xist, lê em hê jî têra xwe ji Rêberê xwe re nebûne bersiv.

Rêberê min dema di jiyana xwe de pîvan û perspektîfên we pêk tînim xwe gelekî dilşad his dikim. Ji ber hûn sembola jiyana azad in. Rêberê min hûn her kêliyê bi me difikirin, pirsa me dikin. Di her hevdîtineke xwe de hûn pirsa pêşketina tevgera me ya jin dikin.

Tevî hûn di nava çar dîwaran de ne jî hûn her tim xema me dixwin û ji gavavêtina me bawer dikin. Rêberê min di nava wê zindana tarî de hûn her têkoşîn û berxwedaneke bêhempa dimeşînin, rê nîşanî me û tevgera me didin.

Hûn ji bo me her nimûneya jiyana azad û vîndar in. Rêberê min em hêza xwe ya manewî ji we digirin û heya em hebin em ê sozdarê we bin. Em weke milîtan û şagirtên we hişmendî û kesayeta xwe lêkolîn dikin, bi fikir û ramanên we xwe perwerde dikin û gavan ber bi pêşde diavêjin.

Rêberê min hûn timî bi pirsgirêkên me milîtanan re mijûl dibûn û dixwazin me pêş bixin, me bikin pêşeng.

Ji ber em lawaz man, me xwe baş pêş nexist û em ji we re nebûn bersiv, we ji bo me got, “Di navbera min û we de meqez vebûye.” Rêberê min hûn rast dibêjin. Em negihiştin asta hêviya we ji me dikir. Lê belê em her hewl didin xwe bigihînin pîvanên hûn behs dikin. Ji bo em ji keda we re bibin bersiv, em ê xwe pir pêş bixin.

Li ser van esasan soz didim ku ez ê xwe di bîrdozî, felsefe û parêznameyên we de pêş bixim û ji keda were bibim bersiv. Ez ê xwe bigihînim pîvanên jina azad û têkoşer. Ji bo azadiya we ya fizîkî ez ê canê xwe jî feda bikim. Rêberê min ez canfeda û sozdarê we me.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button