Şehîd Xalid bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin

Cenazeyê şehîd Xalid Weqas (Zagros Serêkaniyê) yê endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

 

Di merasîma oxirkirina endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  şehîd Xalid Weqas (Zagros Serêkaniyê) de yê 6ˊê Tîrmehê di encama nexweşiyê de şehîd bû, bi dehan endamên sazî û meclîsan beşdar bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Beşar Koş, got: “Vîn û israra gelan ji êrîşên dijmin xurttir in.”

Li aliyekî din jî endamê Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Ehmed behsa têkoşîna şehîd û fedakariyên wî di oxira azadiyê de kir û got: “Em soz didin ku têkoşîna li ser rêya şehîdan dewam bikin û rêya wan heta serketinê bişopînin.”

Her wiha endamê Meclîsa Leşkerî ya Amûdê Îmad Biro axivî û got: “Em ê li hember tevahî êrişên dijmin bisekinin û rêya şehîdan bişopînin.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button