Şehîd mînaka cesaret û fedakariya mezin in

Azadî Helebce

Her kêliyek di dîroka me de xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Ji ber her kêlî bi ked û xwîna şehîdan heya roja me ya îro hatiye. Heyva Gulanê di dîroka gelê Kurd û tevgera sosyalîst a Tirk de xwedî nirxekî mezin e.

Beriya her tiştî pêwîst e em şoreşgerên Tirk ên sosyalîst Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan ên 6’ê Gulana 1972’yan di oxira azadiya gelê Kurd û Tirk de jiyana xwe feda kirine ji bîr nekin.

Di pêvajoyeke ku peyva Kurd mîna felaketeke dihate dîtin û ji bo wê Kurdan jî hebûna xwe înkar dikirin, Kurdîtî mîna kabûsekî tarî xwe li wan pêçabû û her kes jê direviya, Denîz Gezmîş û hevalên xwe ev rewş guhertin. Dema li ber kêliyên sêdarê ye Denîz Gezmîş dibêje, “Ji bo azadiya gelê Kurd û Tirk û biratiya wan bi ser bilindî ez berê xwe didim mirinê.”

Rêber APO jî dibe şahidê ku ev şoreşger bi cesaret ber bi sêdarê ve diçin. Ev bûyer bandoreke mezin li ser Rêber APO dike. Dirûşma Denîz Gezmîş ji bo Rêber Apo dibe fermana ku pêwîst ê were pêkanîn û rêya wan werê şopandin.

Rêber APO bihara 1973’yan di bi komeke ji 6 kesan bi gotina, “Kurdistan mêtîngeh e” dest bi tevgerê dike. Heval Hakî Karer ê ji netewa Tirk e û Rêbertî wî weke ruhe xwe yê veşartî pênase dike, 18’ê Gulana 1977’an li ser destê rêxistina kontra ya bi navê “Stêrka sor” şehîd dikeve. Ji bo bersiva ji şehadeta heval Hakî re Rêbertiya me PKK’ê ava dike.

PKK’ya ji bo bersiva şehîdan hate avakirin, hemû sal, meh û roj li ser esasê bîranîna şehîdan têkoşîn pêş xist. Heyva Gulanê weke heyva şehîdan tê bîranîn. Ji ber di vê heyvê da gelek şoreşgerên me bi qehremaniyeke mezin li ber xwe dan tevlî karwanê nemiran bûn.

Xelîl Çavgûn ê yek ji rêveberên berxwedana Hîlwanê ye, di heyva Gulanê de şehîd dikeve. Her wiha Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmud Zengîn û Eşref Anyik li Zîndana Amedê li hember sîstema zordar û êşkencekar a dewleta Tirk canê xwe didin ber agir.

Mehmed Karasûngûr ê yek ji endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û gerîlayê azadiyê Îbrahîm Bîlgîn li çiyayên Kurdistanê Gulana 1983’yan tevlî karwanê şehîdan dibin.

11’ê Gulanê 1992’an hunermend û şoreşgera jin Mizgîn di pêvçûnekê bi dewleta Tirk re şehîd dikeve.

Bûyerê herî bi êş ew komkûjiya ku partiya PDK di Gulana 1997 an de li ser hevalên birîndar ên li Hewlêrê diman pêk anî û bi dehan heval şehîd ketin.

9’ê Gulana 2010’an rejîma meleyan a Îranê 5 şoreşgerên fedayî Şêrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamî piştî  êşkenceyên giran darve kirin.

Dîsa Sirri Sureyya Onder ê sembola welatparêziya rast e û bi giştî jiyana xwe di oxira aştî û demokrasî de feda kir, 3’ê Gulana îsal şehîd bû.

Çawa ku Rêbertî  PKK ji bo bersiva ji şehîdan û biratiya gelan re ava kir, di heyva Gulanê de li ser bîranîna şehîdan û avakirina civaka demokratîk avaniya PKK’ê fesix kir.

Şehîdên meha Gulanê yên bi Rêber APO re ketin rewîtiya heqîqetê, di oxira hevaltiya rast de û ji bo azadiya gelan canê xwe feda kirin, bûn mînaka cesaret û fedakariya mezin. Di kesayeta wan hevalan de em hemû şehîdan bi bîr tînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button