Şehîd Azadî li ser milên jinan û gaziyan hat oxirkirin

Gaziyên şer û şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê cenazeyê fermandar û rêvebera gaziyan Azadî Helebçe bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan gaziyên şer û şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Tilkoçerê cenazeyê  fermandar û rêvebera gaziyan Azadî Helebçe (Helebçe Bekir) li Pakrewangeha Şehîd Xebat a li Dêrikê spartin axê.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sureya Hebaş axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Siwar Hesen jî axivî û got: “Me parçeyek ji laşê xwe da ji bo parastina gelê xwe û em amade ne ku canê xwe jî bidin ji bo pêkanîna jiyana hevbeş ji bo hemû gelan.”

Hesen wiha pê de çû: “Tevî birînên xwe, şehîd Azadî vegeriya nava têkoşînê da ku gelê xwe biparêze û planên dijmin têk bibe, ew bû mînaka jinên azad.”

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Seîd Koçer jî got: “Şehîd her tim li eniyên pêş şer dikir, mafên gelê xwe, bi taybetî mafên jinan diparastin. Wê qet dudilî nekir ku têkoşîn û berxwedanê bike heta ku ji bo zadkirina jinan û gelê xwe şehîd bû.”

Piştre belgenameya şehadetê ya şehîd Azadî hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button