Şehîd Argeş di çilrojiya xwe de hat bîranîn

Şehîd Argeş Serhed di çilrojiya şehadeta xwe de ji aliyê hevrêyên xwe yên gaziyên şer û rojnamevanan ve hat bîranîn.
Milîtanê Apoyî, kedkarê çapemeniyê û gaziyê şer Argeş Serhed ê 10’ê Tebaxê li Rojava dema tedawî didît şehîd bû, di çilrojiya şehadeta xwe de ji aliyê gaziyên şer û hevalên xwe yên ragihandinê ve hat bîranîn.
Di bîranîna li ser gora şehîd Argeş Serhed de mûm hatin pêxistin û soza berdewamkirina têkoşîna azadiyê hat dayîn.