‘Rola jinan di Şoreşa Rojava de pir girîng û bi wate ye’

Gaziya şer Zîlan Hesekê ya li ser pêşengtiya jinan a di şoreşa Rojava de nirxand kir got, “Rola jinan di Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pir girîng û bi wate ye.”
Gaziya şer Zîlan Hesekê têkildarî hêz, rol, xebat û pêşengtiya jinan a di Şoreşa Rojava de nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Zîlanê destnîşan kir ku jinan Şoreşa Rojava pêş xistin, gihandin serketinê û got, “Jinên qehreman ên weke Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr û bi dehan jinên şoreşger bi wêrekî, bîr û baweriyeke pir xurt têkoşîn kirin û li tevahî cîhanê deng vedan. Bûn şêrejin û çelengên Kurdistanê. Ew çalakbûna jinan bû mîrateyeke dewlemend ji bo berxwedana jinan. Li ser vê berhemê ji her alî ve xwe bi rêxistin kirin û bûn hêz.”
Gaziya şer Zîlan bal kişand ser hêz û îradeya jinê û wiha domand, “Dema jin xwe bi zanebûnê re bike yek û bi rêxistin bike wê bi qasî xwedawendeke resen û dîrokî bibe xwedî bandor û civakê jî bîne asta ku ronesansekê nû ava bike. Bêguman di nav pergala kapîtalîst de tundûtûjiya heyî û hişmendiya, mêrê serwer jin aniye rewşa ji siha xwe jî bitirse, xwe di nav qilifê xwe de xwe biçilmisîne û bêje, ‘Marê bi min venede bila hezar salî bijî.’ Ev jî rewşeke pir xembar û trajîk e. Pêwîst e demildest jin xwe ji vê rewşê rizgar bikin, xwe xwediyê civakê bibînin û ji xwe bawer bin.”
Zîlan Hesekê destnîşan kir ku Rêber Apo bi têkoşîn û berxwedana bi salan bawerî daye jinê û wiha dewam kir, “Rêbertî dibêje, ‘Jin hêza parastina xeta şoreşê ye.’ Divê em jî weke jin ji xwe bawer bin. Bi dil û can beşdarî têkoşînê bibin. Pêwîst e jin li ked û têkoşîna Rêber Apo xwedî derkevin. Divê xwe zana û çalak bikin. Jin ji mêr zêdetir xwedî derfet in ku xwe bi rêxistin bikin. Rêber Apo her ji jinan re digot ku hûn jin gelekî jîr in, divê hûn ji jîrbûna xwe yeqîn bikin û pratîze bikin.”
Gaziya şer Zîlan Mûş da xuyakirin ku divê jin bi têkoşîna xwe dawî li desthilatdarî û tundiyê bînin û ev xisûs anî ziman “Pêwîst e, em li ser esasê paradîgma, perspektîf û ramanên Rêber Apo rûpeleke nû vekin, serkeftinê bi dest bixin, civaka exlaqî û siyasî ava bikin. Rola jinan di Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pir girîng û bi wate ye. Ev şoreş îro ji hemû jinan û gelên azadîxwaz re bûye hêvî û îlhameke herî mezin. Her wiha pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin wê teqez bi serkeftinê tacîdar bibe. Em ê jî weke jin heya nefesa xwe ya dawiyê têkoşîn bikin, hêvî û xeyalên xwe şehîdan ên jiyaneke azad pêkan bikin.”