Rol û mîsyona jinê ya di civakê de pêşengtî ye
Lava Eyo Xeleca

Ji serdema paleolotîk bigire heya mezolîtîk û piştî wê di serdema neolîtîkê de jî jinan her mîsyon û rola pêşengtiyê girtibûn ser xwe. Jin dayika xwedawend her weke dayik, pêşeng, serkêş û şîfager tevgeriyaye. Jin ji bo klanên xwe biparêze û têr bike bi rola pêşengtiyê rabûye. Timî li dora jinê civakbûn heye û ev weke taybetmendiyeke xwezayî ye. Heya roja me ya niha jî jin wê rola xwe pêk tîne.
Dema li dora jin dayikê kesek nexweş hebe, qet xewa wê nayê, bi roj û şevan li ber serê zarok û hevjînê xwe şiyar dimîne, wan diparêze û xwedî dike. Lê mêr yan jî bav wiha nîne, malbat û hevjîna xwe terk dike. Em hemû jî dizanin ku rola jinê di nava civakê de, pir girîng e, lê ev xisûs piranî ji nedîtî ve tê. Weke dayika xwedawend jin, ti carî xwe bê rol û mîsyon nehiştiye, lê mêr her ji jinê hesûd bûne, xwestine wê biçûk bixînin û bidin kêlekekê. Mêr her dixwazin jin di bin destê wan de bin. Di aliyê madî de dixwazin jin li ber wan bigerin û li destê wan binêrin.
Weke me di destpêkê de jî îzah kir, rola jinê di civaka xwezayî de her tim sereke bû, jin her bi fedakarî û têkoşîna xwe hatiye naskirin. Lê mixabin piştre jin ji destê mêrê serwer rastî zext û zordariyê hatiye, mehkûmî bindestiyê hatiye hiştin.
Bi desthilatdariya mêr re ku hêdî hêdî jinê rola xwe ya pêşengtiyê ji dest da, jin dibe kole û di şexsê jinê de civak jî tê kolekirin. Ji wê demê heya roja me ya niha serdema modernîteya sermayedar bi rêbazên şerê taybet jinan dikin kole û weke amûr bi kar tînin. Bi demê re jin dibe xizmetkara malê û mêrê serwer. Tenê xizmet dike û zuriyetê zêde dike. Di nêrîna civakê de jî êdî tenê jin zarokan tîne û xizmetkareke bêheqdest e. Pir cureyên lêdan û tundiyê li ser jinan têne pêkanîn. Ev kiryar ji hêla civakê ve pir xwezayî têne dîtin. Pirî caran jin bi destê bav, bira, hevser û hezkiriyên xwe ve jî tên kuştin. Jin ji hemû mafên xwe bêpar dimîne û ti kes jî pirs nake.
Bi derketina fikir û felsefeya Rêber Apo re jinê xwe ji nû ve nas kir û li ser piyên xwe sekinî. Em dikarin bêjin ku jin deyndarên Rêber Apo ne. Divê em li keda Rêbertî xwedî derkevin, kesayeta xwe li gor wê çêbikin û ji xwe bawer bin. Dema Rêber Apo dest bi têkoşîna xwe kir û derfet da jinan ku di nav Tevger Azadiyê û refên berxwedanê cih bigirin, êdî hêviyên jinan ên careke din ji civakê re pêşengiyê bikin bilind bûn. Jinên Kurd bi fikir û ramanên Rêber Apo re bûn yek, beşdarî têkoşîna leşkerî jî bûn û gelek çalakiyên fedaiyane pêk anîn.
Di nêrîna min de jin çiqasî xwe bi rêxistin bike, wê ewqasî karibe bi kêrî xwe were û ti pêdiviya wê bi mêr namîne. Jina hema hema di hemû serdemên beriya pergala dewletdariyê û modernîteya kapîtalîst pêşeng bû, îro jî bi têkoşîn û xwerêxistinkirinê dikare bi rola xwe ya dîrokî rabe. Tevgera Azadiya Jinan a li çiyayên Kurdistanê pêş ket îro vê derfetê bi her awayî pêşkeşî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dike.
Mirov dikare bibêje ku jin gelekî jîr in xwedî kedeke mezin in. Pir qala ked û mafan tê kirin, lê ti kes qala mafê dayikê nake û ev jî pir şaş e. Pêwîst e di serî de qala keda dayikê were kirin û keda wê teqez were dîtin. Di nêrîna min de jin pêkhateyeke pir bingehîn e ku civak bi wê tê temamkirin û ew nebe nabe.
Jinê bi têkoşîna xwe hêz, îrade û pêşengtiya xwe îspat kir. Îro jî hemû kes li xwe mikur tê û dibêje, “Jin jiyan azadî.” Jinê ji xwe re pêşeng û serkêş dibînin û ev jî berhema keda Rêber Apo û şehîdên qehreman e.