Roj roja xîretê ye
Şîlan Kobanê

Di destpêkê de bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê, Cejna Vejînê di kesayeta heval û fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînim, bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim.
Şehîd pêşeng û ronahiya rêya şoreşê ne. Li ser şopa wan em gihiştin vê rojê û roj bi roj em bi îlhama têkoşîna wan ber bi serketinê ve dimeşin. Di bin pêşengiya heval û serkêş Egîd de şerê çekdarî hate destpêkirin, artêş pêş ket û bi şerê gel ê şoreşgerî re berhemeke pir xurt ji bo çareseriya aştiyê derket holê. Li ser vî bingehî Rêber Apo dibêje, “Yên şer kirine dikarin aştiyê bikin.”
Şerê gerîla 40 saliya xwe temam kir û derbasî sala, xwe ya 41’emîn dibe. Berhema şer jî çareseriya aştiyane û sazkirina civaka demokratîk e. Di Şoreşa Kurdistanê de ji bo pêşerojeke azad û wekhev bi hezaran hevalên me şehîd û birîndar bûne. Ev zêdetirî 40 salî ye têkoşîneke pir xurt û bêhempa hatiye dayîn.
Fermandar Egîd bi Pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîna meşand, erka xwe ya li hemberî şehîdên berxwedana zindanan pêk anî. Bi wêrekî, fedakarî û ji xwe bawer bi karê Tevgera Azadiyê rabû. Piştî wê pêngavê bi hezaran ciwanên Kurd beşdarî nava refên şoreşê bûn.
Em deyndarên keda Rêber Apo û şehîdan e. Divê her kes û bi taybet gaziyên şer ji bo pêngava Rêber Apo daye destpêkirin zêdetir pêş bikeve, erk û rola dikeve ser milên xwe pêk bînin.
Roj roja xîretê ye û divê em ji dil û can tevlî nav kar û xebatên têkoşînê bibin. Hewce ye tevahî gelên Sûriyeyê yekîtiya xwe xurt bikin û ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev a mînaka wê zêdetirî deh salan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berbiçav pratîze bûye bixebitin.