Rizgarkirina Şengala Nûranî pîroz be
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Em beriya her tiştî 10. salvegera rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, tevahî şehîdan û gelê me yê serhildêr pîroz dikin.
Weke tê zanîn em berê weke gel ne deh parçe, hezar parçe bûn. Vê jî çavkaniya xwe ji hişmendiya hêzên dagirker ên hewl didan desthilatdariya xwe li ser esasê tinekirina gelan û baweriyan ava bikin digirt. Lê bi saya ked, têkoşîn û berxwedana Rêber Apo em bûn yek parçe. Gerîlayên azadiyê û şervanên rûmetê yên Apoyî li her bihosta welatê me xwîna xwe ya pîroz rijandin, ji bedena xwe parçe dan.
Li pey rizgarkirina Kobaniya berxwedêr, şervanên Apoyî ji hemû cîhanê re ragihandin Şengala Nûranî ya Kurdîtiya resen û berxwedêr rehên xwe lê berdane axa pîroz hatiye rizgarkirin.
Di pêvajoya berxwedana rizgarkirina Şengalê de gelek hevrêyên me yên hêja şehîd û birîndar bûn. Em li ser navê hevalên xwe yên li Şengalê birîndar bûne û bûne gaziyên şer diyar dikin ku rizgariya Şengalê rizgariya tevahî Kurdan bûn. Kurdên mîna dareke şikestî li xwe dinêrîn jî bi vê berxwedana bi rûmet a li Şengalê hatin ser hişê xwe ku ew neteweye bi hezarê salan e li ser piyan in û timî ji bo mirovatiyê berhemên herî muezem ava kirine.
Weke Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî gaziyên şer diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo welatekî azad a li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo berdewam bikin. Em ê timî li ser şopa şehîdan têkoşîna azadiyê bidomînin. Heya li ser xaka me êrîş, tundî û dagirkerî hebe wê berxwedana me raneweste. Wê dîrok ti carî hêzên ji Şengalê gel bêparastin hiştin, reviyan û yên ji çiyayên bilind û pîroz bi hawara gel ve hatin jî qet ji bîr neke.
Bi vê wesîleyê em careke din 10. salvegera Şengala Nûranî li civaka me ya Êzidî, Rêber Apo, malbatên me yên şehîd û birîndar û tevahî gelên xwe pîroz dikin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13.11.2025




