Rêber Apo em kirin xwedî îrade

Gaziyê şer Cesûr Koçer diyar kir ku weke netewe û gelên herêmê deyndarên Rêber Apo ne û got, “Rastiya Rêbertiya PKK’ê gelê Kurd hişyar û serwext kir. Îrade û hêza karibin xwedî li xwe, hebûn û zimanê xwe derkevin da hemû Kurdan.”

Gaziyê şer Cesur Koçer li ser mijara rastiya Rêber Apo destnîşan kir ku cara yekê ye li Kurdistanê bingehê rastiya Rêbertiya Gelê Kurd derketiye holê û got, “Ev rastî jî li ber çavan pêk tê û jiyanî dibe. Kurd weke netewe ji bo haj li rastiya xwe bibin pêwîst e di rastiya Rêbertî de xwe kûr bikin û pêre bibin yek. Rastiya Rêbertiya PKK’ê gelê Kurd hişyar û serwext kir. Îrade û hêza karibin xwedî li xwe, hebûn û zimanê xwe derkevin da hemû Kurdan. Gelê Kurd jî bi salan e girêdana xwe ya bi Rêber Apo û PKK’ê re didin nîşandan. Gelê me yê wêrek û wefakar dibêje, ‘Azadiya Rêber Apo, azadiya gelan e. Em  azadiya Rêbertî azadiya xwe dibînin.’”

Cesûr Koçer bal kişand ser pîrozbahiyên bi coş ên 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî û ev anî ziman, “Kelecan û dirûşmên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê xwedî sekneke bîrdozî, siyasî, exlaqî û herî însanî bûn. Bi rastî pir zelal diyar bû ku Partiya Karkerên Kurdistanê çiqasî li ser gelê Kurd û gelên azadîxwaz bi bandor e. Di pîrozbahiyên îsal de derket holê bê ka çawa têkoşîna Rêber Apo ya zêdetirî nîv sedsalê berhem dide, hêviya pêşerojeke wekhev, azad û aştiyane misoger dike. Me hemûyan jî dît bê Kurd û dostên wan çawa weke volkanekê herikîn qadan, dirûşmên xwe berz kirin.”

Gaziyê şer Cesûr Koçer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Rêber Apo û wiha axivî, “Em weke netewe û gelên herêmê deyndarên Rêber Apo ne. Pêwîst e, em xwedî li ked û têkoşîna Rêber Apo ya bi salan derkevin. Hewce ye em destê xwe bidin hev. Erk û wezîfeya pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêwîst dike bi dil û can bînin cih. Peywirên me yên bingehîn jî yekbûn û xwerêxistinkirin e.”

Gaziyê şer Cesûr Koçer axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Weke gaziyên şer ji ber berdêlên me dane em qet poşman nînin. Me ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn kir. Ji bo jiyaneke azad a hemû gel bi xwişk û biratî bijîn em tevlî nav refên têkoşînê bûn. Em serbilind in ku me di oxira azadiya gelan de ji bedena xwe parçe dane. Ez ji Rêberê xwe Rêber Abdullah Ocalan bawer dikim ku wê têkoşîna me bi serkeftinê tacîdar bike. Li ser vî esasî silav û hezkirinên  xwe ji Rêber Apo re dişînim. Em ê azadiya fizîkî ya Rêbertiya teqez pêk bînin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button