Qîrîna dengê azadiyê ji Efrînê bilind bû
Dengê nalîn û keserek kûr ji berxwedana serdemê bilind bû. Keça baran û axê bi dilopên xwîna bedena xwe, bi dirûşma fedaîbûn, jinxasbûn û zîlanbûyînê qîriya.

Sorxwîn Çîçek Têkoşîn
Dengê nalîn û keserek kûr ji berxwedana serdemê bilind bû. Keça baran û axê bi dilopên xwîna bedena xwe, bi dirûşma fedaîbûn, jinxasbûn û zîlanbûyînê qîriya.
Ax heval Rûken xweziya ew kêliya te teslîmiyet qebûl nekir û bû pepûlk firiya asîman, min hîsên te zanîbana û min gotiba ew serdema serdema fedaîbûna rizgarkirina Efrînê ye.
Xwezî ax xwezî min di wê kêliyê de tu maç bikira û dengê dilê te bihîstiba. Dema tu birîndar bû min destmala xwe li ser birîna te bipêça û serê te danîba ser çoka xwe.
Rondikên min û te bi hevdu ve herikîbana deryaya Îmraliyê û min porê te yê çilkezî şeh kiriba. Min tu wisa oxir kiriba keça Newrozê.
Ey keça agirê Newroza serkeftinê. Te bi bombeya xwe ya xemilî agirê Newrozê geştir kir û tu bû fedaiya Efrîna berxwedêr.
Ji bo bîranîna şehîd Rûken Zerdeşt a 17’ê Adara 2021’ê dema birîndar dibe ji bo nekeve dest dijmin bombeya xwe bi xwe de diteqîne.