‘PKK ji bo gel û jinan bû berbanga roja nû’
Leyla Weşûkanî
Ev 46 sal in Partiya Karkerên Kurdistanê têkoşînek bêhempa pêş dixe û ji gavên destpêkê heya roja me ya niha her li ser ked û berxwedanê hatiye mezinkirin. Dema Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê kir ji tinebûnê ket rê û her gav ber bi pêşve meşiya. Ti kesî bawer nedikir wê ew koma ji 4-5 kesan dest bi şoreşê bike û bîne vê rojê. Beriya her tiştî salvegera PKK’ê li Rêberê Rêberan, pêşengê Partiya Karkerên Kurdistanê pîroz be. Em bi hêvî ne sala were li welatekî azad û li paytexta Kurdistanê li ser bircên Amedê em tevî heval, hogir û gelên Kurdistanê bi Rêbertiya xwe re pîroz bikin. Tevahî destketiyên me bi keda Rêber Apo û bi hezaran şehîdên şoreşê hatine qezenckirin.
Di pêvajoya Partiya Karkerên Kurdistan dest bi têkoşînê kir, ti kesî newêrî dengê xwe derxe û bibêje, “Ez mirov im û Kurd im.” Rêber Apo di wan serdemên pir zor û di nava dilê dijmin de tevî koma xwe ya ji çend kesan dest bi têkoşîna xwe ya bîrdozî kir, got: “Kurdistan mêtingeh e.” Bi vê gotina xwe dest bi meşa mezin kir. Îro jî em dibînin ku bi milyonan jin, mêr û zar û zêç li pey Rêbertî ref bi ref ber bi serketinê ve dimeşin. Rêber Apo tevî koma xwe ya bîrdozî ne dostek ne jî qirûşek xwe hebû. Jixwe kesî ji tirsan ew qebûl jî nedikir. Lê tevî her tiştî jî wan şoreşgerên ciwan her bêdudilî û bêtirs bi erkên xwe yên şoreşgerî rabûn, ji bo doza xwe ya pîroz berê xwe dan mirinê.
Bi têkoşîn û berxwedana zindanan re gelê Kurd ji xewa giran şiyar bû, çavên xwe vekir û da ser şopa şehîdên qehreman. Berxwedana Mazlûm Dogan li tevahî Kurdistanê deng veda û bû ronahiya rêya şoreşa Kurdistanê. Li pey Mazlûm Dogan berxwedana çaran a Ferhad Kurtay, Eşref Anyik, Mahmûd Zengîn û Necmî Oner bû tîrêjên roja nû. Li pey wan jî rojiya mirinê hat, pêşengên şoreşê dest bi meşa dirêj kirin û cane xwe kirin qurban. Canê şêrîn kêlî bi kêlî hilandin, ji bo ku gelê xwe derxin ronahiyê xwe kirin meşale. Çêbûna Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo gel û jinan bû berbanga roja nû. Di çêbûna PKK ê de dost û dijminan bawer nedikirin ku wê berdewam bike. Dijmin bi xwe texmîn nekir ku wê partî wiha pêş bikeve û mezin bibe. Jixwe derdorên dijmin digotin, “Hewce nake em sere xwe bi wan re biêşînin.” Lê piştre dîtin ku PKK ê pêş ket û mezin bû. Wê çaxê dijmin ket ferqa cidiyeta şoreşê û bi hemû hêza xwe bi ser gerîla de hat.
Bi bang û peyama Mazlûman, Çaran, Kemal û Xeyriyan di pêşengiya fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir û li tevahî Kurdistanê belav bû. PKK’ê li ser hevaltiyek rast û dirûst, bi fikir, îdeolojî û felsefeya Rêbertî dest bi têkoşînê kir. Ew hevaltiya bi Rêbertî û Hakiyan dest pê kir, hê jî didome, ji nifşan neqlî nifşan dibe.
Fikir û ramanên Rêber Apo yên der barê jinê de jî bandora xwe gelekî li ser civaka Kurd çêkir û ew ji paşverûtiya 5 hezar salî rizgar kirin. Rêber Abdullah Ocalan derfetek pir mezin da jina Kurd. Di serdema ku jinên Kurd beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê bûn rewşa jinê di civakê de gelekî xerab û bi tehlûke bû. Di nava civakek koledar de beşdarbûna jinê ji şoreşê re weke bûyereke sosret dihat destgirtin. Lê Rêber Apo her tişt da ber çavan û rêya şoreşê ji jinê re vekir. Jinên Kurd weke perperîkan berê xwe dan şoreşê. Bi sedan dehan jinên têgihîştî û xwendekar tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûn. Di sengerên şer de ji mêran wêrektir şer kirin û destanên qehremaniyê xêz kirin. Fermandarên jin ên weke hevrê Edalet, Ezîme, Bêrîvan, Bêrîtan, Sara, Zîlan, Sema, Zehra û hwd. bi şer û cenga xwe ya bi heybet bûn xwedawendên bêhempa yên serdema me.
Şêrejin û mêrxasên Kurdistanê bi ruhekî fedaiyane û ji xwe bawer tevlî şerê gerîla yê nûjen bûn, ala serketinê bilind kirin. Dengê şoreşgeran li tevahî cîhanê belav bû. Gerîla ji gel re bû îlhama jiyana azad û ciwanên Kurd jin û mêr qefle bi qefle berê xwe dan rêya namûs û şerefê, ji bo azadiya xwe şer kirin û gihiştin şehadetê. Li çar parçeyên welat haya gel ji şoreşê çêbû, gel û baweriyên din jî ji vê têkoşîna pîroz bandor bûn. Bi hezaran ciwanên ji gel û baweriyên cuda berê xwe didan çiyayên azad. Ev berxwedana bilind di roja me ya îro de tesîrê li ser hemû jin û gelên azadîxwaz dike.
Beriya Partiya Karkerên Kurdistanê mirovên Kurd, wenda bûn, dûrî rastî û nasnameya xwe ya neteweyî ketin û şerpeze bibûn. Bi rastî tundûtûjiya dijminan a li ser civaka Kurd gelek bandorên xerab çêkirin û gihişt asta ku gel mîna nexweşiyeke şewbê ji rastiya xwe ya neteweyî bireve. Rêber Apo têkildarî Tevgera Azadiyê dibeje, “Sala 2003- 2004’an tesfiyekaran xwestin PKK’ê ji cewherê wê dûr bixin û pêşkeşî pergala sermayedar bikin. Xwesteka wan ew bû ku partiyê bi temamî tine bikin.”
Teqez haya dijmin û xayînan ji heqîqeta PKK’ê ya dîrokî nîne ji ber wê timî xwe dixapînin. Weke tê zanîn reh û damarên Tevgera Azadiyê digihêjin dîroka resen a gelê Medî û li ser bingehekî rast hatiye avakirin. Ji ber vê her û her saxlemiya xwe diparêze û bi awayekî muezem pêş dikeve.
Kesên xiyanetê li heval û gelê xwe bikin qet îfleh nabin. Bi rastî xiyanet di tevahî serhildanên Kurdan de xwe nîşan daye. Ew xiyanet di têkoşîna Tevgera Azadiyê de jî gelek caran derketiye holê. Lê Rêber Apo her weke mertalekî li hember wê xiyanetê, komploger û tesfiyekaran sekinî û ew bi bin xistin. Rêber Apo 27 sal in li girava Îmraliyê weke rehîne tê girtin, her siyaseta xerab û rêbazên dermirovî li hember pêş dixin. Lê belê bi qasî milîmekê jî nikarin Rêbertiya me bandor bikin û ji xetê derxin. Berxwedana Rêber Apo ji bo me tevahiyan nimûne û nîşandana rêya jiyaneke wekhev û azad e. Li ser van esasan careke din ez dibêjim, “Werin em tev bi hev re têkoşîn û çalakiyên xwe xurt bikin, tevahî hêza xwe seferber bikin, azadiya fizîkî ya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo misoger bikin.”