Pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê jinên dilêr in

Asya Weşûkanî

Jinên Kurd tevî xwişkên xwe yên Ereb û pêkhateyên din ên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di kêliyên şoreşê de bi dirûşma, “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye” dest bi têkoşînê kirin û bi berxwedana xwe ya bêhempa gihiştin asta herî bilind a azadiyê.

Jinên şoreşger Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Avesta Xabûr û Rusyar Kobanê û gelek jinên wêrek û fedayî bûn sembolên jiyana herî pîroz a bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ava dibe. Ew jinên şoreşger ên mohra xwe li çalakiyên dîrokî dan, ji tevahî şoreşgerên cîhanê re jî bûn pêşeng.

Şoreşa Rojava ya bû şoreşa jinê,  bi dengvedana serhildêriya jinên Apoyî, li dijî hêzên dagirker û çeteyên tundrew ên girêdayî wan şerên herî dijwar hatin meşandin. Di van şer û berxwedanan de destanên lehengiyê yên bi sedê salan wê behsa wan bên kirin hatin avakirin. Ew bişengên çeleng ji heval, hogir û tevahî jinên têkoşer û çalakvan re bûn serkêş û pêşengên dîrokî yên îro her kes bi navê wan sond dixwin.

Jinên lêkolînvan û azadîxwaz jî bi hest û îlhama berxwedana şêrejinên çeleng û bedew, xwe rêxistin kirin û bûn zimanê jinên çalakvan û têkoşîna wan. Şoreşa Rojava bi reng û dengê jinên vîndar û wêrek pêş ket û gihişte serkeftinê. Bi helwesta dijwar a jinên zana re şoreşa jinê li tevahî cîhanê, deng veda, ji gelên bindest û bi taybet jî ji jinên azadîxwaz re bû ronahî û tarîtiya şevan rohnî kir.

Têkoşîna jinên şoreşger bandora xwe, li ser tevahî jinên civakê jî kir. Di warê fikir û ruh de yekbûnek  çêbû. Jinên serhildêr û canfeda ji bo parastina jin û civakê heya nefesa xwe ya dawiyê şerkirin û bêteredûd ji bo jiyaneke wekhev û azad berê xwe dan mirinê.

Di 13. salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de tê dîtin ku şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), li ser wê bawerî û hêza xwe ya berxwedanê ye, destketiyên şoreşê bi her awayî dipêzin. Şervanên YPJ’ê bi hêza bawerî û ezmûnên xwe şer dikarin jin, civak û axa xwe diparêzin.

Wan şervanên bi rûmet bi berxwedaneke dîrokî û bêhempa lênûsa dîrokê vekirin, serdematarî ya koletiya jinê çirandin, bi her kesî dan fêmkirin ku dema jin rabe ser piyan wê bibe hunermendeke şer a herî li pêş. Bi qehremaniya jinên weke Jiyan Tolhildan, Şervîn Şerda û bi sedan jinên efsaneyî heya kêliyên xwe yên dawî li ber xwe dan û tevlî karwanê nemir û pakrewanan bûn. Ew jinên ji her kesî re bûn îlham, ji neyar re jî bûn tirs û xof.

Bêguman şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser hîmên herî saxlem ên têkoşîn û xebata Rêber Apo ya nêzî 20 salan a li Rojava, Lubnan û Sûriyeyê bilind bû. Ev şoreşa îro ji hemû gelan re bûye hêviya jiyaneke azad li ser esasê bîrdozî, felsefe û ramanên Rêber Apo şekil girt û pêş dikeve.

Li ser vî esasî tişta ji me hemûyan tê xwestin ew e em xwe di fikir û bîrdoziya Rêber Apo de kûr bikin. Bi vî awayî wê şoreşa me mayînde bibe. Her wiha wê paradîgmaya Rêber Apo demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan li tevahiyaRojhilata Navîn û cîhanê pêş bikeve.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button