Pêngav piştrast dike bê gerîla ji bo çareseriyê çiqasî ji dil e

Têkildarî daxuyaniya dîrokî ya vekişîna gerîla ji Tirkiyeyê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê gaziyên şer diyar kirin ev pêngava dîrokî piştrast dike bê gerîla ji bo çareseriyê çiqasî ji dil e û gotin, “Divê li Tirkiyeyê jî demldest gavên siyasî û qanûnî bên pêşxistin û azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk were.”
Tevgera Azadiyê 26’ê Mijdarê bi daxuyaniyek çapemeniyê ya li çiyayên Qendîlê çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gava dîrokî ya vekişîna gerîla ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ragihand.
Gaziyên Şer Ulkem Amed û Zarîn Kobanê têkildarî vê pêngava dîrokî nêrînên xwe anîn ziman.
‘Ji bo serketina pêvajoyê divê jin û ciwan têkoşînê pêş bixin’
Gaziya şer Ulkem Amed a bal kişand ser vê pêngava dîrokî û got, “Ji roja bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a RêberApo pêvajoyeke nû pêş ket, Tevgera Azadiyê ya dikeve ser milên xwe bêteredut pêk anî. Ji ber Tevgera me bi hemû kadro û milîtanên xwe Tevgereke Rêbertiyê ye. Ev gava niha jî ji bo pêvajo leztir bibe û rê li ber provokasyonên muxtemel ên şerxwazan bê girtin hatiye avêtin. Em weke gaziyên şer heya dawiyê ji Rêbertiya xwe û Tevgera xwe bawer in. Ev pêngava dîrokî piştrast dike bê gerîla ji bo çareseriyê çiqasî ji dil e”
Ulkem Amed anî ziman ku ya gava herî girîng û berbiçav a weke bersiva ji pêngava Tevgera Azadiyê re ew e azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were û wiha got, “Em ê heya dawiyê ji bo serketina vê pêvajoya bi banga Rêber Apo dest pê kir bixebitin. Banga min ji bo tevahî jin û ciwanan jî ew e ji bo tevkariya li pêvajoyê têkoşîna xwe pêş bixin.”
‘Ji bo serketina pêvajoyê hêviyên me zêde ne’
Zarîn Kobanê jî di destpêk axaftina xwe de pêngava dîrokî ya Tevgera Azadiyê silav kir û got, “Ez tevahî gerîlayên azadiyê yên di vê pêngava dîrokî de cih girtine pîroz dikim. Li ser ekranên televîzyonê me şahidî ji kêliyên dîrokî re kirin. Ji bo pêvajoya Rêbertî daye destpêkirin, bêhtir pêş bikeve Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî û girîng pêş xist. Divê herkes zanibe ku Rêbertiya me, tevahî milîtan û kadroyên Tevgera Apoyî ti carî nebûn alîgirên şer û rijandina xwînê.”
Gaziya şer Zarînê destnîşan kir ku zêdetirî 50 salî ye li ser esasê parastina rûmet û kerameta xwe berxwedaneke herî însanî tê meşandin û wiha dewam kir, “Hêviyên me yên ji serketina vê pêvajoyê re pir pir zêde ne. Divê dewlet jî li gor wan gavên dîrokî yên ji bo pêşketina çareseriyê, erênî tevbigere û ji şaşiyên berê dersan derxe. Divê li Tirkiyeyê demldest gavên siyasî û qanûnî bên pêşxistin û azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk were. Gerîlayên azadiyê bi sedan kîlometre meşiyan û ji bo pêvajoya di pêşengiya Rêbertî de bi serketinê bi encam bibe, xwe gihandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ez careke din wan hevalên gerîla ji dil û can silav dikim.”




