NÊRÎNEKE JI DÎROKÊ

Cûdî Cizîr

Ji bo mirov karibe hebûna xwe û jiyana civakî ya rast nas bike, pêwîst e mirov dîrokê baş fêm bike. Rêber Apo got, “Bi fêmkirina dîroka şaş, nabe mirov rast bijî.’ Dîsa Adorno dibêje, “Jiyana şaş, rast nayê jiyîn.” Ev hemû tehlîlên der barê tiştên heyî de ne û mesafeya mirovan a bi heqîqetê re dide xuyakirin.

Bi vê ve girêdayî Rêber Apo diyar dike ku yên nikaribin dîroka xwe ya azad binivîsin, wê nikaribin rast jî bijîn.” Ji ber dîroka hatiye nivîsandin, ne bi destê bindestan hatiye nivîsandin. Yan jî bi gotinek din bi destê gelên bindest, cinsa bindest jin, çînên bindest û hwd. nehatiye nivîsandin. Bi destê desthilatdaran hatiye nivîsandin. Çi  xwestine ew nivîsandine. Lewma rast fêmkirina dîrokê pir girîng e.

Rêbertî bi lêhûrbûnên xwe yên li felsefî û zanistî xwendinek nû ya dîrokê fêrî me dike. Rêyek alternatîf ya zanistî pêşberî me dike. Di parêznameyên Rêber Apo de ev yek pir balkêş berbiçav e. Lewra mirov dikare wiha bêje ku di têgihiştina giştî de wexta behsa dîrokê tê kirin, tu dibêjî qey bûyer û diyardeyên dîrokê hatine jiyîn, derbasbûne û çûne. Dîrok bi vî şeklî tê fêmkirin. Ev fêmkirin fêmkirinekê pir kêm a dîrokê ye. Dîrok ne tenê bûyerên di paşerojê de hatine jiyîne û derbasbûne.

Paşeroj tenê parçeyek ji dîrokê ye û tenê bi bûyeran jî nayê gotin û şîrovekirin. Di kêleka wê de mirov dikare bêje ku dîrok bi qasî paşeroje evqas jî roja me ye û pêşeroj e. Li ser vî esasî ji bo dîrokê pêwîst dike mirov pênaseyên pir nû pêş bixe.

Dîrok bi çi şeklî zindî ye?  Ji bo pirsgirêkên derdikevin, hewldan çêdibin, da ku çareser bibe. Wexta ew pirsgirêk di dema xwe de nehatin çareserkirin, taloqî dema pişt re dibin. Afirînerî ango xuliqkariya dîrokê tê çi wateyê û pewîst e em çawa binirxînin? Eger mirov dîrokê rast bixwîne, mirov dikare ji yên têkoşîn kirine, encamên rast derxe. Zanista dîrokê ku di serê zanistên civakan de cih digire û bingehê wê pêk tîne, di aliyê rêbaz de ji zanistên weke tip, xweza û zanyarî ku xwe disipêrin çavdêrî, ceribandin, pîvanên laboratuvaran, formul û zagonan gelekî cewaz e. Şopên ji demên bihurî mane, kavilên dîrokî û jêder weke belgeyên bûyerên mirovahiyê jiyane têne destgirtin.

Lewma bûyereke dîrokî mîna di zanistên zanyarî de çêdibe ye. Di laboratuvaran de bi ceribandina nayê dubarekirin. Ji lewra dîrokzan li gorî qada pisporiya xwe dema der barê bûyerek dîrokî de lêgerînê dike, neçare tevayî jêderên ji bo mijara xwe  bi awayekî objektîf û bêalî li rex hev kom dike.

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button