Meclîsa Malbatên Şehîdan serdana gaziyên şer kir

Şandeyeke ji Meclîsa Malbatên Şehîdan serdana Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di serdanê de rewşa dawî ya li herêmê ku hat nîqaşkirin, di kêliya serdanê de dema banga Rêber Apo ya bi dîmen di televîzyonê de hat weşandin, atmosfereke bi coş çêbû.

Şandeyeke ji rêveber û endamên   Meclîsa Malbatên Şehîdan serdana Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şande ji aliyê endamên federasyonê ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî li Sûriyeyê hat nirxandin. Di kêliya serdanê de dema banga Rêber Apo ya bi dîmen di televîzyonê de hat weşandin, atmosfereke bi coş çêbû.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku wê malbatên şehîdan û gaziyên şer heya dawiyê li gel Rêber Apo bin. Her wiha hat diyarkirin ji bo pêşxistina pêvajoya nû ya Rêbertî daye çareserkirin wê malbatên şehîdan û gaziyên şer ji her demê zêdetir bixebitin.

Her wiha hate destnîşankirin ku divê têkildarî kar û xebatan jî di navbera Meclîsa Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê de timî danûstendin hebin.

Piştî nirxandinan şandeya Meclîsa Malbatên Şehîdan û endamên Federasyona Gaziyan wêneyekî bi komî girtin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button