Li ser xeta Rêbertî û şehîdan em ê civaka demokratîk ava bikin

Gaziyê şer Zerdeşt Êzidî yê têkildarî pêvajoya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin got, “Weke gaziyên şer rol û mîsyona me ya pêşengtiyê zêdetir bûye. Em ê li ser xeta Rêbertî û şehîdan civaka demokratîk teqez ava bikin.”
Têkildarî pêşveçûnên demên dawî yên bi banga Rêber Apo dest pê kirin, Gaziyê şer Zerdeşt Êzidî nirxandin kirin.
Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zerdeşt Êzidî anî ziman ku wî weke ciwanekî bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Rêber Apo pêşengtiyê jêre dike fêm kir ku ew jî neteweyek in û got, “Em hemû tiştên xwe deyndarên Rêber Apo ne. Rêbertî 1979’an dema cara destpêkê hat Rojava. Ez jî weke ciwanekî ji vê xakê di nav malbat û derdoreke welatparêz mezin bûm. Ez bi vê jî pir serbilind û şad im.”
Zerdeşt ê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû destnîşan kir ku Rêber Apo pir qîmet dide gaziyên şer û wiha axivî, “Piştî birîndar bûm, bêguman heya demekê ez bi tedawiya xwe re mijûl bûm. Paşê li ser esasê parêzname û tehlîlên Rêber Apo tevlî perwerdeyên îdeolojîk bûm. Di perwerdeyan de min baş fêm kir ku divê em weke hevalên gaziyên şer ji her demê zêdetir ji bo azadiya gelê û gelên bindest bixebitin.’”
Gaziyê şer Zerdeşt Êzidî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû ya bi banga Rêber Apo re dest pê kir û got, “Dewleta Tirk a ji her alî ve tengav bûye, çûn cem Rêbertiya me. Weke tê zanîn Rêber Apo ji gava dest bi têkoşînê kiriye, timî xwişk û biratiya gelan esas girtiye. Hevalên destpêkê yên Rêber Apo, heval Kemal Pîr û hevalê Hakî bi eslê xwe Tirk in. Dîsa gelek hevalên bi eslê xwe Ereb ên weke Ezîz Ereb, fermandar Yûsif di nav refên Tevgera Azadiyê PKK’ê de şehîd bûn. Rêbertiya me ji bo êdî ev meseleya bi salan e bi awayekî çekdarî didome bi rêyên aştiyane çareser bibe, Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. PKK’ya hebûna gelê Kurd ava kir û Kurd bi hemû cîhanê dan naskirin, dîsa di mirovên Kurd de şoreşa fikrî û zîhnî pêş xist, bi erênî nêzî banga Rêbertî bû. PKK’ê di Kongreya xwe ya 12. de biryar girt ku li gor perspektîfên Rêbertî karên bi navê PKK’ê tên meşandin radiwestîne û her wiha têkoşîna çekdarî bi dawî dike.”
Zerdeşt Êzidî da xuyakirin ku ev biryara Tevgera Azadiyê ji bo hemû gelan pêngaveke nû ya dîrokî ye û wiha domand, “Em ji dil û can bi Rêbertiya xwe re ne. Ev pêvajoya di pêşengiya Rêbertiya me de dimeşe, teqez wê bi serketina azadiya hemû gelan tacîdar bibe. Weke gaziyên şer rol û mîsyona me ya pêşengtiyê zêdetir bûye. Em ê li ser xeta Rêbertî û şehîdan civaka demokratîk teqez ava bikin.”