Li hember zilmê em bibin dengê Pexşan, Werîşe û Şerîfe
Hebûn Rojhilat

Em di serdemeke pir xeternak de dijîn. Gelekî girîng e em weke jin xwe di warê parastina cewherî de têrker bikin. Em hemû jî dizanin, her hebûnek divê xwe biparêze. Nexasim weke jin û civak di nava destê pergalên despot yên ruhê mirovan ji bedena wan dertînin, divê mirov hişyar û amade be. Me dît bê dewleta Îranê çi anî serê jina ciwan a bi navê Jîna Emînî. Tenê bi hinceta fitlek porê wê yê zêrîn û bedew di bin rûseriyê de derketibû bi lêdan û êşkenceyê qetil kirin. Ev qet ji şêwazê recmkirina jinan cudatir nîne. Li gor daneyan di nav van 20 rojên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 164 kes hatine darvekirin. Dîsa li hemberî girtiyên jin ên siyasî yên weke Zeyneb Celaliyan zext û binpêkirinên mezin hene.
Teqez heya kiryarên wiha hovane yên pergala despot a Îranê hebin, wê pêdivî bi Serhildana Jin Jiyan Azadî hebe. Ya din pêwîst e mêr jî beşdarî nav van çalakiyan bibin û xeta xwe ya bîrdozî zelal bikin. Naxwe wiha nabe. Eger ên dibêjin, ‘Em sosyalîst û azadîxwazin” çavên xwe li kuştina jinan bigirin nabe. Ez pir vekirî dibêjim, hewce ye hemû mêr û nexasim jî şoreşger û sosyalîst, rabin ser piyan, çalak bibin, dersan ji ezmûna pêşengên sosyalîzmê bigirin, hişmendiya xwe biguherin û bibin sosyalîstên rastî.
Bêguman mirov nikare bêje ku di roja me ya îro de hemû jin bûne sosyalîst, şoreşger û azadîxwaz. Lewma ya divê beriya her tiştî bê kirin ew e ku em weke jinên bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirine, bigihîjin hemû jinan. Jixwe her pêşveçûn herikbar e û em jî pêre diherikin. Weke hate dîtin li Rojhilatê Kurdistanê de, Serhildana Jin Jiyan Azadî bi komeke jin dest pê kir. Jinan li hember pergalê bi rojan bi çalakiyên curbicur li ber xwe dan. Gelek beşên civakê jî li her deverê rabûn ser piyan û li hember êrîşan xwe parastin.
Îran jî di nav de li her devera cîhanê rojane jin têne kuştin, rastî zext û destdirêjiyan tên. Divê ev kiryarên hovane û bêxlaq qet neyên qebûlkirin. Pêwîst e jin bi ruhê Serhildana Jin, Jiyan Azadî, xwe rêxistin bikin û biparêzin. Bi vî awayî wê bingeh û çavkaniya wê zilm û zordariya koka xwe ji qatilê kastîk digire ziwa bibe.
Lewma em dibêjin, xweparastin û parastina cewherî ji bo jin û civakê mijareke nebe nabê ye. Pêwîst e her kes haj li xwe hebe. Ji ber êrîşên pir dijwar li ser jin, civakê û xwezayê hene. Ez bang li tevahî jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikim ku bibin dengê Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Mûradî yên ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve cezayê îdamê li wan hatiye birîn. Kesên xwedî wijdan divê li hemberî zilm û zordariyê bêdeng nemînin.