Li Çiyayan Gaziyekî Dilsozê Rojê
Axîn ber bi kendalên qet roj lê nedidayê de diherikî dilê demê; her wiha her bi xem bûn asoyên xunavê biharê jî. Westandinek wer li ser bû, te digot qey hemû barên jiyanê li ser milên wê ye. Li bêdengiya serdemên bihurî rast dihat dem. Ne diaxifî ne jî…
Şoreş Efrîn
Axîn ber bi kendalên qet roj lê nedidayê de diherikî dilê demê; her wiha her bi xem bûn asoyên xunavê biharê jî. Westandinek wer li ser bû, te digot qey hemû barên jiyanê li ser milên wê ye. Li bêdengiya serdemên bihurî rast dihat dem. Ne diaxifî ne jî…
Di dem û rojek wer de, cara yekemîn li Şehîd Ayhan min ew dît. Li ber darekê rûniştibû ku Xwedê zane send sal û çend zeman derbas kiribûn wê darê. Pirtûkek di dest de, çavên wî mîna ku di deryaya peyvan de avjêniyê bikin û xwe li nav pêlên vê deryayê dixin ponijîbûn. Wexta min xwe ji jor de berdabû pê hisiyabû. Lê belê heta ez ne gihîştim gel wî serê ne zivirand û li min nenihêrî. Dinya hema hema ber bi êvarî ve diçû. Lê belê hîn roj neketibû pişt çiyayan. Dema ez nêzî wî bûm rabû ser xwe, destê xwe dirêj kir bi merhebayek germ û beşişbûneke ku şerm dida jînê rûyê min maç kir.
Di xewnên şevan de jî min ew nedîtibû. Lê çawa bêjim mîna beriya wê bi salan di kolanên wan bajarên ku em ji wan bi awayekî xeyidî derketibûn de bi sedan caran em bi hev re lîstibûn. Mîna bi sedan caran dema ez diçûm ber deriyê mala wan û min bang lê dikir dayika wî ez diqewitandim û digot: “Ne li malê ye kurê min. Tu jî biçe mala xwe sar e, tê nexweş bikevî…”
Dema hevalên din jî hatin, rabû ser xwe û heta ber bi mangaya xwe ve çû, di rê de dar kom dikirin. Dema em çûn, çaydan danîbû ser êgir û dema kevin a di çaydankê de dirijand da ku demeke nû çêbikê.
Piştî kêliyekê çay anî û ligel me rûnişt. Lê, bi rûniştina wî re tiştekî bala min kişand mîna nikarîbû rûne. Lingê xwe yê rastê hinekî ber bi me ve dirêj kir. Di bin şalê wî de li ser kaboka wî cismek hebû. Dema dît ku bi awayekî baldar ez lê dinihêrim, got: “Heval ev lingê min protez e. Ez gazî me.” Li van çiyayên ku mirov bi her du lingên xwe yên saxlem jî bi zehmet hildikişe û dimeşe, hevalekî gazî?..
Rextê wî bi pişta wî ve girêdayî, û kilêşa wî ligel. Bêrîka yêlekê wî ku ketiyayî bû, bi ta û derziyê ne bi awayekî rêk û pêk dirûtibû. Ez bêdeng tenê min bi serê xwe, axaftina wî erê kir. Dema roj ket pişt çiyê hevalan agirê çayê vemirandin. Û ji bo em biçin mangayê ketin pêşiya me. Li mangayê heval lingê xwe yê protez derxistibû, dîsa pirtûk di destê wî de bû. Fenera xwe kiribû devê xwe û bi vî awayî pirtûka xwe dixwend. Beriya razanê derket derve piştî demeke kurt hat û xwe dirêj kir û xew kir.
Bi berbangê re ji ber nobedarê dawiyê bû serê xwe çawa dikir mangayê bi dengekî bilind digot: “Heval Rojbaş!” Heta ku hevalan bersiva wî dan, 3-4 caran dubare kir.
Wê rojê berfek bariya bû her cih spî, berfa ku li ser şaxên daran û hin pelên ku li hemberî payîzê bi ser ketibûn; dema heval li ber wan re derbas dibûn û li wan diqelibîn diweşiya.
Pir balkêş e, her berf li wan çiyan dibariya te digot qey zeman windakiriye rêya xwe. Her tişt mat, cemidî. Mina ku bêje, “Qet dest nedin min!”
Heval, piştî “Rojbaş”ê çûbû taştê amade kiribû û li mutbexê li ser darekî ku ji bo çêkirina xwarinê kom kiribû rûniştibû. Dîsa mîna ku bi hin tiştan re mijûl bû. Dema ez nêzî wî bûm min dît ku pirtûk di destê wî de ye. Bi rûkenî serê xwe hejand. Ji bo ji bîr nekê bê di kîjan rûpela pirtûkê de maye. Qirşek dar kir navbera rûpela pirtûka xwe û kir bêrîka yêlekê xwe. Ev pirtûka ku çend car in ez dibînim dixwîne ya çi bû gelo? Her çû meraqa min zêde bû. Lê wisa yekser pirsa pirtûkê bêguman zehmet dihat. Piştî ku hemû hevalan taştêya xwarin û her yek çû karê xwe. Heval careke din pirtûka xwe kir destê xwe. Pirtûk, parêznameya Rêberê Gelê Kurd a bi navê “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” bû. Dema me xatir ji hev xwest, dibeşişî rûyê wî.