Li Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik dewreyên destpêkê bi dawî bûn

Li Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik a bajarê Reqayê 66 kesên têkildarî dezgeha çavdêriyê, qanûna jîngehê û hişyariya jîngehê perwerde dîtin mezûn bûn.

 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên perwerdeyê bênavber berdewam dikin. Li Akademiya Şehîd Ferhad Dêrik du dewreyên perwerdeyê yên ji hêla Nivîsgeha Perwerdê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin vekirin, bi dawî bûn.  Dewreya yekemîn ji bo mufetîşên dezgeha çavdêriyê li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di vê dewreyê de 43 endamên jin û mêr beşdar bûn û dersên li ser qanûnên saziya çavdêriyê, darayî, gumrik û waneyên fikrî yên li ser neteweya demokratîk dîtin.

Dewreya mufetîşên dezgeha çavdêriyê bi sondxwarina mezûnên taybet bi Dezgeha Giştî ya Çavdêriyê bi dawî bû.

Dewreya duyemîn jî ji bo xebatkarên Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di wê dewreyê de jî 23 kesan perwerde dîtin. Dersên di vê dewreyê de jî têkildarî qanûna jîngehê,  perwerde, hişyariya jîngehê bûn.

Her du dewreyên 26ˊê Hezîranê dest pê kirin 15 rojan dewam kirin.

Akademî di duyemîn salvegera şehadeta Ferhad Dêrik ê gazî û têkoşer de ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25’ê Hezîrana 2024’an hat vekirin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button