Kurd her dem rast û dilpak nêzî çareseriyê bûne
Leyla Amûdê

Kurdistan û Tirkiye di serdemeke dîrokî re derbas dibin. Yek ji Rêveberên Tevgera Azadiyê Mistefa Karasû di hevdîtina xwe ya çend roj berê de îşaret bi siyaseta Tirkiye kir û got ku siyaseta Tirkiyeyê di ezmûneke dîrokî de ye. Ev nirxandin jî mirovan di warê dahûrandinê de rohnî dike. Ez jî beşdarî nirxandinên birêz Mistefa Karasû dibim. Her çiqasî siyaseta Tirkiyeyê di ezmûneke dîrokî re derbas dibe jî hîn haya gelek partî, berpirsiyar û siyasetmedarên Tirk ji vê rastiyê tineye. Ji ber vê gelek caran jî nirxandinên çewto mewto dikin û jahrê vedirişin.
Ev jî dide diyarkirin bê çiqasî nezanîn heye. Divê rayedarên dewleta Tirk xebateke pir xurt bikin. Pêwîst e rastiyên heyî ji gel re bêjin. Jixwe me di daxuyaniya şandeya DEM Partiyê de bihîst û birêz Mîthat Sancar jî cewherê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji raya giştî re parve kirin. Tekez divê di rapora Komîsyona Meclîsê de pirsgirêka Kurd û Tirkan weke ‘pirsgirêka terorê’ neyê destgirtin. Eger wiha were destgirtin wê çareseriyê bi xwe re neyîne û bibe sedema xitimandina pêvajoyê.
Weke Rêber Apo hişyar kir divê bi awayê pirsgirêka du neteweyan were destgirtin. Lê di Rapora Komîsyonê ya 60 rûpelî de Tirkiyeya Bêteror heye. Li gorî min ev hişmendiya wan a înkarê dide diyarkirin. Em weke neteweya Kurd ji wê hişmendiyê têr bûn û di difna me re jî hat. Heke rayedarên dewleta Tirk dixwazin pirsgirêka gelê Kurd û gelê Tirk çareser bikin tekez divê ji dil û can û bi wêrekî gavan bavêjin û destê wan neheje.
Li gorî diyar dibe rayedarên dewleta Tirk ji gelê xwe hesaban dikin. Ji ber vê pir bi tirs tevdigerin. Heke wiha berdewam bikin wê gelek dem bibihure û ew şerê ku Rêber Apo di nav 8 heyvan da jêre bibû mertal û ti kes nehate kuştin, careke din dest pê bike. Tekez wê ev şer ne mîna yê berê be jî. Wê ji şerê berê bi deh qatan xerabtir be. Wê demê gelo wê kî berpirsiyariya wê bigire ser xwe? Gelo wê ji gelê Tirk û Kurd re çi bibêjin? Gelo wê careke din bibêjin Apo û PKK’ê şer geş û gur kirin?
Lê wê demê jî wê her kes ji wan re bibêje, “Apo şer da sekinandin, PKK’ê xwe fesix kir, çek jî dan şewitandin û gerîla jî bi temamî ji Bakur kişandin. Naxwe ma sûcdar kî ye?” Tekez niha jî diyar dibe bê kî sûcdar e. Lê ti kes li xwe mikur nayê û nabêje, “Ez im yan jî ew e.” Li ser pêvajoyê mij û dûmanê çêdikin û dibêjin, “Rapora encama xebata komîsyonê ya ji 51 kesî û 60 rûpelî, ya komara Tirkiyeya bêteror.” Raporeke bi vî awayî tê wateya xerabkirina pêvajoyê ye. Mirov navê terorê, li têkoşîneke 53 salan bike tê çi wateyê gelo? Di nêrîna min de ev israra di înkarê û ferzkirina hişmendiya şer û tundiyê de ye.
Bi qasî min ji Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo fêm kiriye, diyar dike ku baskên veşartî, hêzên navneteweyî û hêzên komploger timî ketine pey sabotekirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Rêber Apo timî di navbera gelê Kurd û Tirk de bi rola pirekê radibe. Bi hemû hêza xwe ked dide da ku pêvajoyê bi saxlemî bigihîne serkeftinê. Lê mixabin gelek êrîşkar û xêrnexwaz ketine pey xerabkirina pêvajoyê yan jî çareseriyê dereng dixin. Heya biryarekê didin hezar û yek hesabî dikin. Divê pir baş were zanîn ku em xwedî dîrokeke pir zelal û resen in. Dema em biryarekê didin tekez em pêk jî tînin. Soza me Kurdan soz e. Em her tim bi heval, hogir û dostên xwe re rast û durist in.
Rêber Apo gelek caran gotiye ku nemimkun e mirov Tirkan bê Kurd bifikire û Kurdan bê Tirk bifikire. Rêbertî timî behsa xwişk û biratiya gelan dike û diyar dike ku çareya herî rast û maqul jî ew e gelê Tirk û gelê Kurd xwişk û biratiya xwe îlan bikin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk muzakere bikin, bigihêjin biryareke hevpar, li ser esasê Destûra Bingehîn guhertin û veguhertinê çêbikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çareseriyeke wiha bi salan têkoşîn dike. Ev saleke dest bi pêvajoya dema nû kiriye. Di serdemeke bêşer de israr dike û dibêje, “Serdema şer û tundiyê bi dawî bûye. Divê her kes, destê xwe têxe bin kevir û têkoşîn bike.”
Sih hezar sal e pergala kujerên kastîk, xwe weke desthilatdar li ser jin û civakê ferz kiriye. Di serdema pergala sermayedar de jî derketiye lûtkeya hovîtî û dirindebûnê. Ji bo jin û civak xwe ji vê pergala xeternak û tundrew rizgar bikin, tekez divê xwe bikin yek û rêxistin bikin. Ji bo hêza wan têra dirindebûn û hovîtiya pergala xeternak a hêzên desthilatdar bike, pêwîst e têkoşînê xurt bikin. Di dîroka civakî de gelek şoreşên pêşverû çêbûne û kedeke pir mezin ya mirovahiyê pêk hatiye. Lê mixabin hîn jî pergala kujerên kastîk ên pergala desthilatdar xwe berdewam dike. Jin û civak hê jî di nav koledariyeke pir kûr de ne. Ev jî cihê xembariyeke pir mezin e. Dema mirov li ser rewşa jin û civakê lêhûrbûn dike, mirov dibîne ku rewşeke pir trajedîk e. Wê civak tekez xwe ji vê pergala kujerên kastîk rizgar bike, hênaseke rehet û azad bikişîne.
Pergala desthilatdar û kujerên kastîk 30 hezar sal temenê xwe heye û hîn jî ketiye nav hewldana xwe domdar bike. Lê wê êdî bi dawî bibe. Wê pergala civaka demokratîk pêş bikeve. Mirovahî wê ji zilm, zordarî û koledariyê rizgar bibe. Eger rayedarên dewleta Tirk li mamoste û fîlozofê hemdemî Rêber Apo guhdar bikin wê dawî li şer û tundiyê were. Wê Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhan bibin weke bihuştê.




