‘Konferansa Jineolojiyê hêzeke mezin da me’

 

Gaziyên jin ên beşdarî Konferansa Duyemîn a Jineolojiyê bûn diyar kirin ku ji bo tevlîbûna konferanseke wer pir kêfxweş bûne û gotin,  “Em vê konferansê ji xwe re weke hêzek mezin a bîrdozî dibînin.”

Konferansa Duyemîn a Akademiya Jineolojiyê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li eywana Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Li ser navê gaziyên jin du endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên tevlî konferansê bûn nêrînên bi me re parve kirin.

Gaziya şer Feraşîn Dêrik da xuyakirin ku ji ber tevlî konferanseke wer bûye pir kêfxweş e û got, “Bi rastî em weke jin gelekî bi şans û sûd in ku em xwedî Rêberekî wiha ne ku zana, bîrewer û demokrat e.”

Feraşîn Dêrik bal kişand ser kelecana jinan û pêşwazîkirina wan a zanista jineolojiyê ya a weke diyariyeke ji Rêber Apo girtine û wiha dewam kir, “Em vê konferansê li Rêber Apo yê mamoste û zanyarê cîhanî ye û li tevahî jinan pîroz dikin.”

Axîn Kobanê jî ku weke gaziyeke şer tevlî konferansê bibû got, “Ev cara yekemîn e ku ez beşdarî konferansek wiha bi kelecan dibim. Ez vê konferansê ji xwe re, weke hêzek mezin a bîrdozî dibînim. Ez soz didim tevahî hevalên şehîd, bi taybet jî hevala Nagîhan Akarsel û tevahî şehîdên qehreman, em ê zanista xwe kûr bikin da ku em layiqî keda wan bin. Wan lehengan di rêya têkoşînê de cane xwe feda kirin ji bo em hedef û armancên wan pêk bînin.”

Axîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de jî got, “Bi vê konferansê em peyam didin tevahî desthilatdaran û dibêjin, ‘Êdî dawiya pergala we hatiye û teqez wê hilweşe.’ Ez soz didim tevahî jinên têkoşer û bi taybet jî jinên niha di çeperên şer de bi qehremanî şer dikin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Di peyama ji bo konferansa jineolojiyê ya gaziyên jin a Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî wiha hat gotin:

“JI BO KONFERANSA DUYEMÎN A JINEOLOJÎ

Hevrêyên hêja weke jinên hêza pêşeng a jiyana azad ku hûn, konferansa xwe ya duyemîn li dar dixin em bi kelecan û kêfxweşiyeke bêhempa we silav dikin.

Di pêvajoyeke li çar parçeyên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û li çar hawirdorê cîhanê geşedanên gelekî girîng çêdibin, em hêvîdar in wê konferansa we ji hemû pirsgirêkên çavkaniya xwe ji pergala dewletdar û desthilatdariya mêrê serwer digire re bibe çareserî û dermanê şifayê.

Teqez ev rastiyeke jênerev e ku jinên xwe bi bîrdozî û felsefeya Rêber Apo gurçûpêç kirine wê vê cîhana ji hêla şaristaniya sermayedar ve hatiye rewşeke hew tê debarkirin, ji nû ve bigihînin cewherê wê yê resen. Bi destê xwedawendên hemdem ên li çiyayên, Kurdistanê yên pîroz û li her qadên têkoşînê di nav berxwedanê de wê jiyana bi rêgezên azadî, wekhevî û edalet ava bibe.

Hevalên giranbiha û têkoşer em hêvîdar in wê ev konferansa we li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan ê zanista jin, jiyan û civakê diyarî hemû jinên di nav lêgerîna azadiyê de kir, bibe bersiveke herî mezin. Ji bo em weke jinên têkoşer layiqî têkoşîn û keda mamoste û fîlozofê hemdemî Rêber Apo bibin careke din em dibêjin em ê hemû hêza xwe seferber bikin û 24 saetan bi fikir û ramanên Rêber Abdulah Ocalan re bikin yek û çalak bibin.

Bi van hêvî û baweriyan em weke hevrêyên we jinên gaziyên şer careke din konferansa we bi germahiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi pêşengtiya jinan bi ser ket û gihişt xweseriyê xwe pîroz dikin. Serfiraziya ji mirovatiyê re bûye îlham silav dikin û ji dil û can we hembêz dikin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button